Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daketin qadan

Bi dirûşmeya “Em ê Têkoşîna Xwe Bilind Bikin, Rêber Apo Fîzîkî Azad Bikin” şêniyên Hesekê bi pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan daketin qadan.

Hesekê – Di bin dirûşmeya “Em ê Têkoşîna Xwe Bilind Bikin, Rêber Apo Fîzîkî Azad Bikin” de, gelê Hesekê bi pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen pêk tê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mitîngek li Qada Azadiyê ya bajarê Hesekê Kantona Cizîrê, li dar xist.

 Mitîng bi beşdariya gelê ji bajarên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Şedadê, Erîşa, Hol, Kampa Serêkaniyê û Waşokanî hate organîzekirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Zehra Elî tekez kir ku hevgirtina gelan di projeya Neteweya Demokratîk de wê Rêber Ocalan azad bike û wiha got: “Bi navê hemû jinan, em daxwaza pêkanîna mafê hêviyê dikin. Ev ne tenê daxwazek e, mafekî rewa ye. Rêxistinên mafên mirovan divê zû mudaxele bikin da ku ev maf bê cîbicîkirin. Ji ber vê yekê, divê em hemû bi yek dest û yek ruh bisekinin û mafê aştî û hêviyê bixwazin. Bi saya felsefe û ramanên Rêber Apo, jinan azadiya xwe bidest xistiye û rola xwe ya bi bandor li seranserê cîhanê belav kiriye.”

Endamê Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Cahid Hesen diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo rawestandina şer banga aştîyê kiriye û got: “Rêber Apo ji bo avakirina civakeke demokratîk Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk pêşkêş kiriye. Pêwîst e em xwe di nav vê manîfestoyê de kûr bikin û rêxistinbûna xwe xurt bikin.”

Mitîng bi dirûşmeya “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.