‘Ji bo aştiyê divê têkoşîna hevpar ya jinan were xurtkirin’

Seroka Navenda dîplomasî ya Navnetewî Karîma Ghanem diyarkir ku ji bo pêkanîna wekheviya zayendî û ji bo bi hêzkirina bejdariya aktîf ya jinan di pêvajoya aştiyê de divê têkoşîn were bilind kirin û giringiya têkoşîna hevpar a jinan bi bîr xist.

HANAN HARÎTE

Mexrîb - Seroka Navenda Dîplomasî ya Navnetewî Karîma Ghanem di hevpeyvîna xwe ya da ajansa me bal kişand ku weke hevkirinên muzakereyên navnetewî, rola jinên li herêmên şer divê were bihêz kirin.

*Hûn weke yek ji jinên herî bi bandor ya Efrîqa hatin hilbijartin û di heman demê de ji bo sala 2024’an li Efrîqa mafê mirovan û di qada parastina pirsgirêkên jinan de hûn layîqî xelata Jina Rêber ya herî jor hatin dîtin. Di xebatên we de armanca we çi ye?

Li welatên cûda yên Efrîqa, bi taybet pirsgirêkên berfireh, pirsgirêkên zayenda civakî derbarê mafê jin û zarokan de di mijarên parastinê de min girtî ser milê xwe, ji ber hewildanên gelek sivîl û mirovî ez di nava 100 jinên herî bi hêz ya Efrîqa de hatim hilbijartin. Polîtîka û mevzûatan bi taybet beşdariya jinan ya di pêvajoyên biryargirtinê de polîtakayên cihêkariyê tê sînordarkirin were guhertin di parêzin. Di asta netewî de hem takekesî hem pêşketinên  hewldana komeleya me, hem jî divê sûd bide komeleyên din, komên bi rêya hewldanên me sûd da. Ji ber di asta Efrîqa di zagon û polîtîkayan de guherîn werin çêkirin, beyannameya parastina hînek pêşniyar digrin weşand ji bo têkoşîna hevbeş em dixwazin tifaq û toran ava bikin.

Di heman demê de, weke yekitiya Efrîqa, konseya mafê mirovan di ava kirinên navnetewî de em şansê îfadekirina xwe daxwaz dikin. Li Cenevre ji bo me mafê mirovan û di vî alî de di mijara hinek biryarên NY werin  tayînkirin firsenda parastinkirinê dan. Ger em werin ser bandora ku em bixwazin bihêlin, eve bi taybet, jin û zarokên keç, ji bo dengê xwe bigihînin ên biryar bidin ji bo bihêzkirina mekanîzmayên pêwîst û destpêkê di mijarên bandor li wan dikin de, firsenda parastina xwe pêkbînin, dengê xwe bigîhinin. Bi pêkanîna wekheviyê, jinên xwecihî, wê bejdariya aktîv ya pêvajoyên biryargirtinê ya netewî û navnetewî pêkbînin.

*Di mijara parastina mafê jinên Mexrîbê de hûn dikarin behsa xebatên xwe bikin?

Beriya 20 salan bi rêya pîşeya min ya rojnamevantiyê, bi taybet di mijara cihêkarî û zîhnyeta mêr de, bi armaca ji bo tayîsandina pirsgirêkên ku jin rastî tên xebatên min destpê kir. Di mijara têkoşîna li dijî tundiya zayendî, ez bejdarî komên xebatên komeleyên mafê mirovan bûm. Di asta civakî de ji bo guherîna zagonên rê li ber nîqaşên mezin veke bi armanca hînek daxwaznameyên zagonî em bi jinan re hatin ba hev. Me derbarê zoriyên derbarê çanda serwer û zîhnyeta mêr de em axivîn. Li gel komek komele em xebitîn, ji bo guherîna mevzuat û zîhnyetê me bernameyên hîşyariyê çêkir.

*Jinên Mexrîbê ji bo pêkanîna wekhevî û demokrasiyê pêk bînin li kîjan reformê digerin û di pêkanîna guherînê de rola komên ciwan çi ye?

Weke navendek ya dîplomasî ya navnetewî, derbarê li ber çavgirtina qanûna malbatê, em li ser projeya ‘Di qanûna hiqûqa Ceza de reformkirina  dengê jina ciwan’ xebitîn. Pirsgirêkên rast ya zagona malbatê, derbarê guherîna zagona cihêkarî pêşniyar çi bûn em bizanin û ji bo bihêzkirina dengê jinên ciwan pêk bînin me serxist ku me zêdeyî 220 aktivîstên civakê xist tevgerê. Ji ber di blogê de herî zêde pirsgirêka zewicandina temenê biçûk serlêdan tê kirin.

Me dû pêşniyar pêşkêşî komisyona erkdarê lêkolîna qanûna malbatê kir. Ya yekem derbarê qanûna malbatê li berçavan were derbazkirin bû, derbarê piragirêkên ên k udi temenê biçûk de were zewicandin bû. Ji derveyî Mexrîbiyan, pirsgirêkên koçberan, cardin li ser pirsgirêkên welayetê me pêşniyar kir. Di meha Îlonê ya bûrî de di erdheja li Al Huz ya Mexrîbê ji bo komek jin û zarokên keç binpêkirinên ku rastî hatine analîzek hiqûqî pêşbixin, pêşniyara dûyem jî derbarê mafê zarokên keç li herêmên felaketên şer, xwezayî û mirovî deye.

*Jinên Filistînê di bin barê şer de diperçiqin. Li Efrîqa weke herêm wê çawa were piştgirîkirin?

Piranî di şer de, jin û zarok li dijî binpêkirina hê zêdetir bê parastine û eve jî zagona mirovî ya nevanetewî jî di nav de, hemû peymanên navnetewî tê wateya binpêkirinê. Îro bi taybet ji ber hîşmendî hê zêdetir be, civaka navnetewî ji bo dawî li şer bîne divê çalakiyên civakî werin kirin. Pirsgirêka Filistînê, bi taybet, jin rastî îşkence ji cihê xwe bûn û her cûrê cihêkariyê tên divê pirsgirêkên jinan pêşin be. Tiştên li Xeza hatî jiyankirin û li herêmê dema me dît hînek qeyran tê jiyankirin, bi taybet di mijara hedefgirtina sivîlan de biryarên navnetewî û biryarên NY yên neyên pêkanîn, ji derveyî zêdebûna êrîşên terorê em rola jinan ya di aştî û ewlehiyê de çiye mereq dikin.

Ji ber derbarê ewlehî û aştiyê de, jinên Filistînê weke müzakere, demê bihêzkirina rola wan hatiye. Di van hevkariyan de, ji bo çareseriya şer, ji derveyî bihêzkirina rola navbeynkariyên dîplomatîk, weke civaka sivîl di parastina rola mede sûd bidin. Em mafê jinên Filistîn di parêzin.

*Ger pirsgirêk heman be li herêmê wê koordinasyona jinan çawa were avakirin?

Hema bêje ji ber pirsgirêk hemanin, ji ber çareserî di aliyên din deye, ji ber hînek cûdaye, bi taybet li herêmê û rojeva ewlehiyê di asta pêkanînê de, di navbera komek rêxistinên jinan yên di xebitin de bi hêzkirina koordînasyonê hatiye halê pêwîst. Li her welatî jin rastî îşkence û ji cihê xwebûnê tên. Ji ber vê divê tor werin avakirin û werin bi hêzkirin. Bi taybet jin, di rojeva aştî û ewelhiyê de li welatên ku berameyê çalakiyên netewî hene, di nava saziyan de xebat werin kirin.

*Weke Sûriye, Sudan, Îraq û Yemen ji bo jinên li herêmên şer rewşek zehmet e. Riya piştgiriya jinan çi ye?

Jinên li van herêman şerkerin û xwedî cesaretek mezinin. Tevî zehmetiyên ku rastî tên têkoşîna dayîn, siyaseta aştiyane û ji têkoşînên sivîl ji têkoşîna ku em dizanin cûdaye. Jinên li herêmên şer li beramberî cinayet, tecawîz, tacîza zayendî bê parastinin û rastî tundiyê tên. Em dibînin rastî her cûrê îşkence, bi zorê dana windakirin, girtîgeh, sînordarkirina azadiya takekesî, hema bêje weke neyî çiqas kêm û di van qadan de aktivîstên fikir yên jinan tên. Ji bo guhertina rewşa van jinan, divê di asta navnetewî de parastin were kirin û ji bo parastina wan divê civaka navnetewî werin hişyarkirin. Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî hêviya min ewe ji bo jinên cîhanê hîşendiyek were avakirin. Li herêmên şer û ji bo binpêkirinên li beramberî wan berdewam neke, di asta navnetewî de hewldanên derbarê parastina mafê jinan de bi armanca kirina yek, bejdariya jinan di pêvajoya biryargirtinê de were çalakkirin giring e.