Ji bo Şaredariya Miksê qeyûm hat tayînkirin
Li Şaredariya Miksê ya Wanê ku ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin qeyûm hat tayînkirin.

Navenda Nûçeyan- Ji bo şaredariya Mîks a Wanê qeyûm hat tayînkirin. Duh runiştina hevşardarê Mîksê Ayvaz Hazir hat dîtin û di runiştinê de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê û li ser navê rêxistinê sûc kirin’ 3 sal û 11 meh ceza hatibû birîn.
Wezareta Karê Hundir daxuyand ku Qeymeqamê Mîksê Harun Arslanargun wek qeyûm tayînê şaredariyê kirine.