Ji ber şer 9 nexweşxaneyên Îranê êdî xizmetê nadin
Endamê Komîsyona Tenduristiyê ya Parlamentoya Îranê, diyar kir ku 11 karmendên tenduristiyê yên Îranî hatine kuştin, 9 nexweşxane ji xizmetê derketine û 25 navendên tenduristiyê û nexweşxane jî zirar dîtine.
Navenda Nûçeyan – Endamê Komîsyona Tenduristiyê ya Parlamentoya Îranê Mihemed Cemaliyan, di daxuyaniya îro dayî ajansên nûçeyan ên navxweyî de, ragihand ku ji ber êrîşan 9 nexweşxane êdî nikarin xizmetê bidin.
Li gorî rapora hatiye weşandin, di encama êrîşên hevbeş ên Îsraîl-DYE yên li ser Îranê de, 18 baregehên lezgîn ên alîkariyê zirar dîtine, 14 ambulans hatine wêrankirin û 25 navendên tenduristiyê û nexweşxane jî zirar dîtine, ji wan 9 nexweşxane êdî nikarin xizmetê bidin.
Li gorî heman raporê, heta niha 11 karmendên tenduristiyê yên Îranî hatine kuştin û 53 kesên din jî birîndar bûne.