‘Ji ber sedema aloziya li Îranê 8’ê Adarê li Koye nehat pîrozkirin’
Berpirsa Navenda Jinên Koye ya Rêxistina Yekîtiya Jinan Çîmen Refîq, 8’ê Adarê li hemû jinên Kurd pîroz kir û got ku “Îsal bi boneya 8’ê Adarê li sînorê bajaroka Koye ji ber alozî û ziyanên şerê di navbera Îsraîl-DYE û Îranê tu çalakî nehat lidarxistin.
ŞIYA KOYE
Koye – Her çend li cîhanê bi hezaran rêxistinên jinan ji bo bidestxistina maf û parastina jinan hebe jî, heta 8’ê Adara niha mafê jinan ji aliyê kar, aborî, civakî heta siyasî de tê binpêkirin.
Îsal bi boneya 8’ê Adarê li sînorê bajaroka Koye ya girêdayî bajarê Hewlêrê tu çalakî nehatin lidarxistin. Jinan diyar kirin ku sedema wê aloziyên kevin ên li herêmê ye û ji ber ziyanên şerê di navbera Îsraîl-DYE û Îranê li herêma Kurdistanê, ev roj nehat pîrzokirin.
‘Jinan ji ber ku daxwaza mafên xwe kirin hatin şewitandin’
Berpirsa Navenda Jinên Koye ya Rêxistina Yekîtiya Jinan Çîmen Refîq, 8’ê Adarê li hemû jinên Kurd pîroz kir û got: “8’ê Adarê di sala 1787’an de bi tevgera jinan destpê kir, heta 1908’an bûyerek li Newyork qewimî û gelek jinan daxwaza mafê xwe kirin. Xwediyê kargehê, hemû jinên karker di nava kargehê de şewitand. Wê demê tevgerên jinan û Serhildana herî mezin destpê kir. Piştre belavî welatên din bû. Ev jî wisa kir ku di sala 1973’an de 8’ê Adarê wek Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê were îlankirin.”
‘Hê jî mafê jinê tê binpêkirin’
Çîmen Refîq da zanîn ku 8’ê Adarê roja daxwaza mafê jinan e, lê belê heta niha jî mafê jinan tê binpêkirin û wiha domand: “Rast e 8’ê Adarê didome, roja daxwaza mafê jinan e, lê heta niha mafê jinan nehatiye bidestxistin. Li hemû cîhanê û Kurdistanê mafê jinan tê binpêkirin. Cihê kêfxweşiyê ye ku li welatê me niha jin û mêr di girtina mûçe de wekhev in, lê belê li hinek welatan ew jî nîne, mûçeyê jinê ji y^mêr kêmtire. Gelek sedemên binpêkirina mafên jinan heye, ew jî lewazbûna rewşa aborî ya jin û malbatê her wiha teknolojî bandora xwe li ser tundiya li dijî jinê dike.”
‘Kuştina jinan sîstematîk e’
Çîmen Refîq destnîşan kir ku tu cûdahî di navbera DAIŞ û dosyaya Epstein de tuneye, kuştina jinan sîstematîk e û wiha pê de çû: “Ew mêrên ku di dosyaya Epstein de kiryar kirine, piranî serokên welatan in. Hemû pere di destê wan de ye û ji bo daxwazên xwe û zarokên xwe bikar tînin. Kiryarên wan ji kiryarên DAIŞ’ê ne cûda ne. Ji ber wê wek min destpêkê gotî, em negihîştine armancên xwe. Divê jin ji bo hişyarkirina civakê û bi destxistina mafên xwe her tim d nava hewldanê de bin. Di dawiyê de ez dixwazim ev şer û pevçûn bi dawî bibin. Ez serketinê ji bo gelê Kurd û Kurdistanê dixwazim.”
Her wiha beşek ji jinên navenda Koye bi navê ‘Nazenîn Ceber’, Peyman Bekir, Nêrgiz Tofîq û Qomrî Hemed û Hesîbe Ehmed li navenda xwe 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir in û daxwaz kirin nearamî bi dawî bibe û Kurdistan nebe hedef.