‘Ji ber nebûna hişyariyên civakî û yasayî, herî zêde jin rastî tundî û kuştinê tên’

Çalakvana mafê jinan û pispora medyayê Çiya Yasîn diyar kir ku ji ber nebûna hişyariyên civakî û qanûnî, herî zêde jin rastî tundî û kuştinê tên û got ku “Rejîm her tim hewlên xwe yên ji bo tunekirin hebûna jinan û kuştina wan zêde dike.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Her çend kolanên bajarên mezin ên Rojhilata Navîn tijî tevger û jiyana rojane bin jî, li pişt hezaran deriyên girtî, çîrokeke din heye. Çîrokên jinên ku bi tirs, gef û tundiyê re bêdeng dijîn, hin ji wan qet derfet nabînin ku çîrokên xwe vebêjin ji ber ku jiyana wan li ber dengê wan diqede. Li gelek welatên herêmê, kuştina jinan hê jî di bin navê dozên namûsê de an malbatê de tê veşartin. Mîna serlêdana ji hev veqetînê, redkirina zewacê an jî çalakbûna li ser tevnên civakî.

Hê jî jin wek ‘namûsa’ malbatê tên dîtin

Pisporên civakî dibêjin ku jin hê jî di hin civakan de bi awayekî niheq wekî “nûnerên rûmeta malbatê” tên dîtin. Her gaveke cuda, tevî hewldanên hin welatan ji bo guhertina qanûnan jî, dikare bibe sedema tundiyê. Lê rêxistinên navneteweyî diyar dikin ku hê jî di parastina jinan de kêmasiyên mezin hene. Her çend hin kes hê jî tundiya li dijî jinan wekî tiştek normal dibînin jî. Rêxistinên mirovî hişyarî dan ku jinên li kampên penaberan û deverên ne ewle dijîn bêtir rastî tecawiz, zewaca bi darê zorê û tundiyê tên.

‘Zîhniyeta baviksalar bûye sedema kuştina jinan’

Çalakvana mafên jinan û pispora medyayê Çiya Yasîn derbarê kevneşopiyên li Rojahilata Navîn de ji ajansa me re axivî. Çiya Yasîn diyar kir ku gelek kevneşopî û çand li Rojhilata Navîn li ser jinan hatine ferzkirin û wiha domand: “Ev kevneşopî bûne sedema astengiya li pêşiya şiyanên jinan. Bi kevneşopî, gelek jin di jiyan, kar, perwerde û gelek sektorên din ên jiyanê de rastî zehmetiyan tên. Jin di malbatan de ji mêran kêmtir tên dîtin. Sedemên teşwîqkirina zihniyeta mêran ji bo kuştina jinan zêde dibin. Rejîm her tim hewlên xwe yên ji bo tunekirin hebûna jinan û kuştina wan zêde dike.”

Perwerde riya sereke ya hişyarîkirinê ye’

Çiya Yasîn di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser sepandina qanûnî û wiha got: “Divê em bi hev re bixebitin da ku bi rêya qanûndanîn û sepandina qanûnê hişyariyê zêde bikin. Divê perwerde qanûn û mafan di nav xwendekaran de belav bike. Divê perwerde di nav xwendekaran de hişyariyê li ser sûc û kuştinên mafên jin û zarokan zêde bike. Girîng e ku mamoste û mirovên hişmend hişyariyê bidin û wan belav bikin da ku pêşerojek geş ji bo nifşên nû û civaka me hebe.”