Zêdetirî sê hefteyan e ti agahî ji aktivîsta Azerbaycanî Gozel Necefî nayê girtin

Aktivîsta Azerî Gozel Necefî zêdetirî sê hefteyan e ku hatiye binçavkirin. Lê belê cihê ragirtina wê, sûcdariyên li ser wê û rewşa wê ya tenduristiyê bi temamî nayên zanîn. Ev rewş jî fikarên cidî çêdike.

Navenda Nûçeyan – Aktivîsta Azerbaycanî Gozel Necefî di 23’ê Tebaxê de li Azerşehrê hate binçavkirin. Piştî hefteyekê, ew sewqî Tebrîzê hate kirin, tevî zêdetirî sê hefte derbas bûye hîn jî ti agahî derbarê li ku tê girtin an jî bi çi tohmetan re rû bi rû ye nehatiye dayîn.

Gozel Necefî di salên borî de li ser ziman û çanda Tirkî-Azerî, perwerdeya bi zimanê dayîkê û pirsgirêkên jîngehê, bi taybet rewşa Gola Urmiyê, lêkolîn kiriye û gelek xebatên cûrbecûr weşandiye.

Fikarên ku Gozel Necefî hîn jî di girtîgehê de ye û ti agahî jê nayê girtin û derbarê rewşa wê ya tenduristiyê de zêde bûne. Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku pirsgirêkên tenduristiyê yên Gozel Necefî hene û pêdivî bi dermankirin û lênêrîna bijîşkî heye. Lêbelê, ev îdia ji hêla rayedaran ve nehatiye piştrast kirin û derbarê rewşa tenduristiya Gozel Necefî de ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Zêdetirî sê hefte bi ser binçavkirina wê re derbas bûye

Tevî ku zêdetirî sê hefteyan bi ser binçavkirina Gozel Necefî re derbas bûye, hîn jî derbarê rewşa wê ya yasayî an cihê wê de ti agahîyên pêbawer tune ne. Ev yek fikaran li ser şert û mercên girtina wê, gihîştina wê ya lênêrîna tenduristiyê û hêza wê ya bikaranîna mafên xwe yên yasayî zêde dike.