Ji ber êrîşên dewleta Tirk 9 gund hatin valakirin û 184 malbat hatin koçberkirin
CPT’ê bîlançoya mehekê ya êrîşên dewleta Tirk ya li ser başûrê Kurdistanê eşkere kir. hat diyarkirin ku ji ber êrîşên leşkerî 9 gund hatine valakirin û 184 malbat koçber bûne.
Navenda Nûçeyan-CPT’yê raporek eşkere kir û têde bandorên êrişên dagirkeriyê yên meha dawî li ser welatiyên sivîl eşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku pişt êrişên dagirkeriyê yên di 15’yê Hezîranê de destpê kiribûn bi tevahî 9 gund bi temamî hatin valakirin û herî kêm 184 malbat jî koçber bûn.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker a li ser xaka Başûrê Kurdistanê ya bi hevkariya PDK’ê didome. Di çarçoveya êrişan de gund tên bombebarankirin û valakirin. Xwezaya Kurdistanê bi temamî tê talankirin. Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê ya li Kurdistan-Iraqê (CPT) bîlançoya meha dawî ya êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Başûrê Kurdistanê eşkere kir.
CPT’yê raporek li ser bandorên êrişên dagirkeriyê yên li ser welatiyên sivîl û nîştecihbûnê yên meha dawî (ji 15’ê Hezîranê heta 15’ê Tîrmehê) eşkere kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku piştî operasyonên ku di 15’ê Hezîranê de destpê kirin de bi tevahî 9 gund bi temamî hatin valakirin û herî kêm 184 malbat jî koçber bûn.
Çavkaniyên din yên girîng yên di raporê de tekez dikin ku nêzî 68 hezar donim zeviyên çandiniyê şewitîne, dêr, kargehek tehînê, wesayitek, 2 projeyên avê û 19 malên sivîlan zerer dîtine yan jî wêran bûne.
Li gorî raporê, di encama armanckirina torên elektirîkê û bircên elektrîkê de, ziyaneke mezin li jêrxaneya gundên Ber Garê û Miska rû daye. Her wiha tê gotin ku şîrketên telekomunîkasyonê li zêdetirî 110 gundan tora xwe qut kirine.
‘Di encama bombebaranan debara aborî ya şêniyên herêmê hatin rûxandin’
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Êrişên hewayî û bejahî yên dewleta Tirk ku di encamê de bombebaranên dijwar hatin kirin û debara aborî ya şêniyên herêmê hatin rûxandin. Bi taybetî jî gundên li deverên Amêdiyê û Batîfa bi gelek zerera çandiniyê û jîngehî re rûbirû man. Malbatên ku koçberî Dêrelok û Duhokê bûne, bi bêkariyê re rûbirû ne û hinek jî hewl didin bi karkertiyê debara jiyana xwe bikin.”
Ziyanên ekolojîk û binesaziyê
Li gorî raporê, di encama êrişên dagirkeriyê de herî kêm 68 hezar dekar zeviyên daristanî û çandiniyê şewitîne. Cotkarên herêmê van erdan ji bo çandina zebze, fêkî û nok bikar tînin. Di raporê de hat ragihandin ku di encama êrişên ku ji baregeheke leşkerî ya nû hatiye avakirin li nêzî Girê Biharê, gundê Guherzê yê ku 10 kîlo metre dikeve başûrê rojhilatê navçeya Amêdiyê, herî kêm 45 caran hatiye bombebarankirin û 6 mal, wesayîtek û projeyek ya ava çandiniyê zerer dîtine.
Mexdûrên sivîl û birînên telekomunîkasyonê
Di rapora CPT’yê de hat ragihandin ku di encama êrişan de sivîlek birîndar bûye. Di 12’ê Tîrmeha 2024’an de Nêçîrvan Hekîm ê ku dema li herêma Sîdekan şivantî dikir, ji ber topbarana baregeha nû ya artêşa Tirk a dagirker birîndar bû. Di raporê de her wiha hat destnîşankirin ku ji ber êrişan ji bilî qutbûna telekomînîkasyonê ya bi gundan re, bi peyamên ‘Hûn bi xêr hatin Tirkiyeyê’ re rûbirû hatin.
Baregeh û nuqteyên leşkerî yên nû
CPT di rapora xwe de behsa baregehên nû yên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê jî dike. Li gorî vê yekê dewleta Tirk hejmara baregeh û qereqolên leşkerî yên li Herêma Kurdistanê ku bi giştî 74 e û 10 baregehên din zêde kir. Di nav baregehên nû de 2 baregeh li herêma Nihêlî ya Amêdiyê, 7 baregeh li herêma Batîfa ya Zaxo û baregehek jî li herêma Sîdekan ya Soran hene. Her wiha artêşa Tirk danê êvarê nuqteyeke kontrolê û bi şeve jî herî kêm 2 nuqteyên kontrolê yên demkî ava kirin û dest bi kontrolkirina nasname û wesayîtên hemû sivîlan kirin.