Ji Baroya Amedê û OHD’ê ‘Rapora Newrozê’

Baroya Amedê û OHD’ê li ser binpêkirina mafan ên di dema Newroza Amedê de raporek weşandin. Di raporê de bang hat kirin ku der barê polîsên berpirsyar de lêpirsîn were destpêkirin.

Amed- Baroya Amedê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) li ser binpêkirinên mafan di dema Newroza Amedê de raporek weşandin. Di raporê de hat gotin ku lêgerînên gihîştine asta ‘tacîzê’ hatine kirin û bi taybetî kesên ciwan hatine binçavkirin.

Di berdewamiya raporê de wiha hat gotin:

*Di bendên lêgerînê yên jinan de, ji vekirina bijkojên gomlegan bigre heta lêgerînên din ên di asta tacîzê de hatine kirin, carna jî ji bo nêrîna li nava solan lêgerînên zêde hatine kirin.

*Rengê kesk, sor û zer ku sûc nîn e, kesên ku bi cilên neteweyî (şal û şapik) hatine bi gotinên; “cilên leşkeran e” destûr nedane bikevin qadê û ev cil û şal ji bo binçavkirinê hincet nîşan dane.

*Motîfên ku aydê çand û dîroka Kurd in, hewl dane îllegalîze bikin her wiha beriya binçavkirinê wêneyê van mirovan bi wan motîfan re bê destûr hatine kişandin.

*Zarokên ku bi wan motîfan hatine jî bi wan eşyayan re wêneyên wan hatine kişandin, dûre hatine binçavkirin. Kesên ku gotine ev motîf sûc nîn in jî ji aliyê polîsan ve rastî heqaret û muameleya xirab hatine

*Welatî û zarokên ku bi şal û şapik û kiras û xiftan ên ji çanda Kurdî ne hatin qadê, rastî gotinên bi nefret ên polîsan hatine nehiştine bikevin qadê; hatine binçavkirin û muameleya xirab li wan hatiye kirin.

* Di lêgerînan de hevşaredara Cizîrê jî di nav de, rêveberên herêmî, protokol, çapemenî û welatiyên ku cilên neteweyî li wan bûne hatine girtin, der barê wan de girtek girtine, îdia kirine ku şal û pûşiyên bi rengê kesk, sor û zer al in, dest danîne ser û mirovan binçav kirine.

*Gelek kesên biyanî yên ji bo şopandina pîrozbahiyên Newrozê hatibûn qadê, ji aliyê polîsan ve rastî muameleya xirab hatin. Çente û kamerayên wan hincet nîşan dane û wan negirtine qadê.

*Qutiyên cam û plastîk ên bebikan ên avê negirtin qadê ji ber wê gelek kes mexdûr bûn.

*Di dema binçavkirinê de bi sedan kes, bi saetan di wesayîdan de hatine hiştin, rastî muameleya xirab hatine. Bi awayê kêfî nehiştine parêzer muwekîlên xwe bibînin.

*Li ser welatiyên ku ala Herêma Federal a Kurdistanê bi wan re bû, cilên neteweyî û formayên komên fûtbolê li xwe kiribûn muamele hat kirin.

*Tesbît bû ku roja Newrozê tevahiya rojê muameleyên binçavkirinê hatine kirin, hinek welatî bêyî ku bikevin qeydên binçavkirinê bi saetan nêzî qada Newrozê di nava wesayîdan de hatine hiştin, hinek ji wan jî birine avahiyên emniyetê û di binçavan de girtine.

*Welatiyên ku hatine binçavkirin hinek ji wan li cihê binçavkirinê; hinek ji wan jî 22’ê Adarê beriya saet saet 00.00’an hatine berdan.

‘Divê şopandinek edlî were kirin’

Di raporê de bal hat kişandin ku “Mafê civîna aştiyane û xwepêşandanê” û “Qedexeya îşkence û muameleya dermirovî” hatine binpêkirin û ev hatin rêzkirin: "Divê der barê dozgerên ku ne li gorî peywira xwe tevgeriyane de ji aliyê Lijneya Dadger û Dozgeran ve (HSK) demildest lêpirsîn were destpêkirin. Tesbît bûye ku welatiyên xwestine tevlî pîrozbahiyê bibin, ji aliyê polîsan ve rastî lêgerîna hûr û kûr hatine, bi kêfî hatine binçavkirin û sûcdariyên bê bingeh ku ne layîqê îdareya giştî ne mexdûr bûne. Di vê çarçoveyê de jî li ser muameleya xirab a hatiye kirin, der barê hêzên ewlekariyê de divê şopandina edlî û îdarî were kirin.”