Ji Amedê bang kirin: Bila winda bên eşkerekirin

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya 849’an a ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ de diyarkirin ku ew dest jî lêgerîna edaletê bernadin. Banga eşkerekirina windayan kirin.

Amed – Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD a Şaxa Amedê bi daxwaza winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 849'emîn de li li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû çalakiya xwe berdewam kirin. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban, rêveberên ÎHDê, Xizmên Windayan û gelek kes tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan û pankarta ‘Ji bo hevrûbûn û hesabdayînê, bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin’ hatin hildan.

Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mehmet Şerîf Avşar yê ku di 22'yê Nîsana 1994'an de li navçeya Yenîşehîra Amedê di binçavan de hatibû windakirin, hate pirsîn.

Destpêkê Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban axivî û bi bîr xist ku ew di Hefteya Windayan de ne û da zanîn ku Neteweyên Yekbûyî ev hefte ji bo windayên di binçavan de ragihandiye û got: “Lê dewletan dîsa van bûyeran berdewam kir. Dewleta Tirk ev peyman îmza nekir ji bo vê rojê. Di erdnigariya Kurdistanê de gelek kes hatin binçavkirin û hatin qetilkirin. 4 hezar zêdetir gorên komî hene. Dema ku Erdogan Serokwezîr bû soz da ku wê daxwaza Dayikên Şemiyê bicih bîne. Lê Erdogan li pişt soza xwe nema. Dayika Berfo ji bo kurê xwe û hemû windayan çû cem Erdogan lê temenê wê têr nekir û koç kir. Piştî hefteyekê wê bibe 30 sal ku ev çalakî berdewam dike.

Daxwaza bila winda bên eşkere kirin

Birêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyê gavek avêt. Lê dewlet hê jî gav neavêtiye û aqûbeta windayan nehatiye ronîkirin. Tenê bigavavêtina PKK re aştî nayê. Em bi israr dipirsin xizmên me li ku ne? Ev bûyer bûye sedema bûyerên din. Divê tevahiya windayan werin dîtin û sûcdar bên darizandin. Ev daxwaza me em dizanin ku bi aştiyek mayînde dê pêk were.” 

Çîroka Mehmet Şerîf Avşar ji aliyê Sekreterê Şaxa Amed ya ÎHD’ê Omer Saman ve hate xwendin.