Ji aktîvîstan nameya protestoyî: Nûnerê Taybet ê NY’ê dengê jinan paşguh kir
Aktîvîstên Yemenî, ji bo şermezarkirina serdana Nûnerê Taybet ê NY’ê ya li welat nameyek nivîsandin û diyar kirin ku serdan tenê sembolîk e, dengê jinên ji şer zirarê dîtine bi zanebûn tê paşguhkirin û nûnerên civaka sivîl tên vederkirin.

Yemen- Li bajarê Adenê jin di nav mexdûrên şer de cih digrin û di pêvajoyên biryargirtinê de tên vederkirin. Ji ber cudakiriya li dijî jinan a hem li saziyên fermî hem jî ji aliyê rêxistinên navneteweyî ve, di mehên dawî de çalakiyên protestoyê yên jinan zêde bûn.
Serdana Nûnerê Taybet ê NY’ê ya ji bo Yemenê, li Adenê bû sedema bertekek mezin. Aktîvîstên tevgera "Şoreşa Jinan" serdana Nûnerê NY’ê weke sembolîk binav kirin û diyar kirin ku dengê jinên ji şer bi bandor dibin bi zanebûn tê paşguhkirin û aktîvîst û nûnerên civaka sivîl tên vederkirin.
Serdan ji ciddiyet û pêbaweriyê dûr e
Beşdaran di nameya protestoyê de, diyar kirin ku serdana dawî ya Nûnerê Taybet ê NY’ê ji “cîdiyet û pêbaweriyê” dûr e, ji ber hevdîtin fermî tenê bi rayedar û komên siyasî yên girêdayî hikûmetê re pêk hatiye û destnîşan kirin ku ji bo pêkanîna hevdîtinê ya bi kesên weke “êşê dikşînin” tên binavkirin re derfet nehatiye avakirin.
Aktîvîstan Ofîsa Nûnerê Taybet, bi polîtîkaya "vederkirina pergalî” sûcdar kirin û diyar kirin ku nûner hevdîtina bi jinên nûnerên mexdûrên şer û aktîvîstên ji bo beşdarkirina jinan a pêvajoyên aştî û edaletê dixebitin rasterast red kiriye.
Aktîvîstan di nameya xwe de wiha gotin: “Em ne di kêlaka şerekî de ne, di nava trajediyek de ne. Mafê me yê bihîstinê heye, mafê wê nî ne ku bêyî raye û nûnerek bi kesên ku zehmetiyê bi me didin ide kişandin re li pişt deriyên girtî biaxivin.”
‘Vederkirina jinan ji civînên NY’ê hêviyên aştiyê têk dibe’
Aktîvîstan, diyar kirin ku vederkirina jinan a ji civînên NY’ê ne tenê hêviyên aştiyê têk dibe, di heman demê de îsbat dike ku saziyên navneteweyî bi zanebûn an jî nezanebûn ji polîtîkayên ku cudakariyê tundtir dikin û komên ku herî zêde ji qeyranê bi bandor bûne paşguh dikin re hevkariyê dikin. Aktîvîstan diyar kirin serdanê bi xwe re tiştên nû neaniye.
Beşdaran, destnîşan kirin ku paşguhkirina daxwazên jin û mexdûrên şer, ne tenê binpekirina edaletê ye, di heman demê de hemû pêvajoyek aştiyê jî betal dike. Di dawiya nameyê de wiha hat gotin: “Bêyî aştiyê, edalet ne pêkan e û bêyî dengê jinan edalet pêk nayê. Ger NY paşguhkirina jinan bidomîne, em ê bibin yekem kesên ku meşrûiyeta hewldanên wî lêpirsin dikin.”