Ji Şîrîn Ebadî peyama 1’ê Gulanê: Yekîtî yekane rêya me ye

Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Şîrîn Ebadî bi boneya 1’ê Gulanê peyamek weşand û got, "Yekîtî yekane rêya me ye."

Navenda Nûçeyan – Parêzvana mafên mirovan a xwediya Xelata Nobelê ya Aştiyê Şîrîn Ebadî, di peyama xwe ya 1’ê Gulanê Roja Karkeran de got ku îro ne pîrozbahiyek e, lê belê ji bo bal kişandina ser krîzên ku karker dijîn fersendek e ku sersaxî were xwestin.

Şîrîn Ebadî her wiha tekez kir ku karkerên li Îranê di bin zext û xizaniya rêxistinkirî de dijîn û teqîna dawî ya li bajarê Bender Ebas wekî mînak nîşan da.

Şîrîn Ebadî diyar kir ku mifteya guhertinê yekîtî û hevgirtina di navbera mamoste, karker, teqawîdbûyî û xwendekaran de ye. Şîrîn Ebadî bi gotina "Yekîtî rêya me ya yekane ye" diyar kir ku veguherîna civakî îro jî, wekî berê, bi hêza rêxistinkirî ya karkeran mimkun e.