Ji 5 Rêxistinên Jinan a li Rojhilatê Kurdistanê ji bo Rojava peyama hevpar

5 rêxistinên jinan a li Rojhilatê Kurdistanê, destnîşan kirin ku ji bo piştgiriya Rojava pêdivî mudaxeleya navneteweyî ya lezgîn heye û diyar kirin kiryarên hovane yên van koman heman îdeolojiya DAIŞ’ê ye û êrîşên li ser gelê Kurd a Rojava şermezar kir.

Navenda Nûçeyan- 5 rêxistinên jinan a li Rojhilatê Kurdistanê, peyamek hevpar weşandin û daxwaz kirin ku Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî demil dest ji bo parastina gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê tedbîran bigrin.

Rêxistinên jinan, di peyama xwe de diyar kirin ku çekdarên Ereb dest bi êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê kirine û sûcên dijî mirovane yên van koman ve dişibe îdeolojiya DAIŞ’ê.

Rêxistinên jinan, destnîşan kirin ku jin, dayik û jinên ciwan ên gelê Kurd hertim di bin hedefên destpêkê yên van êrîşan.

Di peyamê de wiha hate gotin: "Em wekî rêxistinên jinan ên Rojhilatê Kurdistanê, êrîşên hovane yên li dijî gelê Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin û daxwaz dikin ku Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî li dijî van sûcan helwestek cidî nîşan bidin û demildest muxadele bikin.

Peyama hevpar ji aliyê van rêxistinan ve dayîn:

Rêxistina Azadiya Jinên Kurdistanê (Nina)

Rêxistina Jinên Kurd – Jinên Komela

Tevgera Jinên Kurdistana Îranê

Koordînasyona Komelgeha jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR)

Yekîtiya Jinên Demokratîk ên Kurdistana Îranê