Ji 5 aktîvîstên jin ên li Îranê girtinê name: Em ê bi hev re serbikevin
Pênc çalakvanên jin ên ku di girtîgehên Îranê de girtiyên siyasî ne, di nameyên xwe yên cuda de ragihandin ku serhildana “Jin Jiyan Azadî” serpêhatiyeke mezin û newazeye ku gel jiyaye û peyama “Em ê bi hev re serbikevin” dan.
Navenda Nûçeyan – Nameyên aktîvîstên jin Zeyneb Celaliyan, Sepideh Gholian, Jalraj Iraee, Narges Mihemedî û Nîloufer Bayanî yên ku li Îranê li girtîgehên Evîn û Yezdê girtî ne, cuda cuda nivîsandîn di rojnameya Le Monde de hatin weşandin.
Zeyneb Celaliyan: Ma ez li dijî vê zilmê poşman bibim?
Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan di nameya xwe de diyar kir ku ew niha li girtîgeha Yezdê ku 1500 kîlometre dûrî bajarê xwe ye di sirgûnê de ye. Zeyneb Celaliyan di nameya xwe de ev tişt anî ziman:
“Di salên xwe yên dirêj de ez bûm şahidê gelek heqaret, bêbextî û îşkenceyên li ser girtiyan. Ya herî nexweş jî ez bûm şahidê îdamkirina hevalên xwe. Ma êşek ji vê mezintir heye? Lê ev zalim dixwazin ez poşman bibim, ma piştî ku min ev zilm û hovîtî bi çavê xwe dîtîye, ez poşman bibim? Ji aliyê rayedarên Îranê ve ez rastî îşkenceyên hovane hatim û ez sirgûnî girtîgehên cuda hatim. Zêdeyî 16 salan rastî îşkenceya fizîkî û derûnî, gefên destvêtinê, lêdanên giran û birînên giran ên fizîkî hatim. Dema ku zalim sûcên xwe rewa dikin, komkujî tên kirin, lê ez naxwazim zalim bimirin, dixwazim ji van xakan bên sirgûnkirin.”
‘Êşa min ne girtîgeh, windakirina azadiyê ye’
Zeyneb Celaliyan ku di nameya xwe de destnîşan kir ku zêdeyî 16 sal in di bin navê azadî, edalet û wekheviyê de zordar li navendên binçavkirin û girtîgehan dijîn û wiha got: “Lê êşa min ne girtîgeh, windakirina azadiyê ye. Kesên ku qêrîna wan a azadiyê nehat bihîstin, yên ku tevlî desthilatdariya xwînmij nebûne û bûne qurbanî... Ew li ser rêya azadiyê jiyana xwe bi rûmet û serbilindî dimeşînin. Heta ku ez bijîm, ez ê hebim. Eniya bindest û kesên rastî cudakariyê hatine, heta serkeftinê li dijî zaliman disekine.”
Narges Muhammedî: Em ê bi hev re serbikevin
Çalakvana jin Narges Muhammedî ku li Girtîgeha Evînê girtî ye jî di nameya xwe de wiha got: “Gelo hûn dengê şikandina dîwarê tirsê li Îranê dibihîzin?” û berdewam kir: “Bi saya vîna heyî hûn ê di demeke nêz de hilweşîna wê bibihîzin. Jinên Îranê li dijî pergala olî û baviksalarî ya welat dest bi serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kirin. Weşandina vê nameyê nîşan dide ku dengê me bi qasî ku bigihîje guhên we bi hêze. Emê bi hev re serbikevin."
Sepideh Gholyan: Dengê min ji pişt dîwaran tê
Aktîvîsta jin Sepideh Gholyan ku li Girtîgeha Evînê girtî ye, di nameya xwe de ev tişt anî ziman: “Dengê min ji pişt dîwarên ku 50 sal in şahidî ji îşkence û xeniqandinê re kirî tê, lê di heman demê de veguheriye qêrînê. Serhildana şoreşgerî ya 'Jin, jiyan, azadî' bingehê xwe ji tecrûbe û berxwedanên berê digre. Serpêhatiyek mezin û newaze ya ku gel jiyaye.”
Nîloufer Bayanî îşkenceyan nivîsî
Lêkolîner û çalakvana jîngehparêz Nîloufer Bayanî ku bi tometa sîxuriyê bi 10 sal cezayê girtîgehê hatiye mehkûmkirin, piraniya nameya xwe ji bo bîranîna qurbaniyên serhildanê veqetandiye û li ser îşkence û zilma ku li girtiyan tê kirin nivîsiye. Nîlofer Bayanî di nameya xwe de banga hişyariyê li hemû beşên civakê kir.
Jalraj Iraee: Yekane rêya şoreşê kolan e
Nivîskara 34 salî Jalraj Iraee ku 6 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, bi destpêkirina serhildana şoreşgerî re dîsa hat girtin û 5 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Jalraj Iraee di nameya xwe de got: “Qet guman nîne ku rêya şoreşê û bidawîhatina dîktatoriyê tenê kolanin. Civaka navneteweyî peyama ‘Hûn bi tenê ne’ da berxwedêrên Îranê. Ji ber vê yek yekane rêya serketinê têkoşîna gel a li kolanan e. Rêbaz çi dibe bila bibe, divê em ji her demê bêtir bi biryartir astengiyê rakin.”
Name dê li Fransayê di çalakiyekê de werin xwendin
Name dê di civîna “Girtiyên Siyasî yên Îran û Dûrî wê, Dengên Bihêz ên Li Derveyî Dîwarên Zordestiyê” ku di 22’ê Îlonê de li paytexta Fransa Parîsê li dar dikeve, bên xwendin.