Ji 43 saziyan banga lezgîn: Darvekirinan rawestînin û piştgiriya greva birçîbûnê bikin
43 sazî û zêdetirî 300 çalakvanan bi daxuyaniyeke hevbeş piştgiriya xwe ji bo greva birçîbûnê ya girtiyên girtîgeha Qizil Hesarê ragihandin. Îmzekaran bang li civaka navneteweyî kirin ku ji bo parastina jiyana girtiyan bi lez bikevin nav tevgerê.
Navenda Nûçeyan – Îro bi dehan sazî û rêxistinan daxuyaniyek hevbeş weşandin û tê de piştgiriya xwe bi girtiyên girtîgeha Qizil Hesarê yên ku di greva birçîbûnê de ne nîşan dan. Saziyan daxwaz kirin ku bila yekser darvekirin bên rawestandin û tevahî cezayên darvekirinê yên li Îranê bên rakirin.
Sazî û rêxistinên ku daxuyanî dane ragihandin ku girtiyên Qizil Hesarê ji 13’ê Tîrmeha 2026’an û vir ve bi armanca nerazîbûna li dijî darvekirinan dest bi greva birçîbûnê kirine. Di daxuyaniyê de hat tekez kirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên tenduristî û mafên mirovan ên girtiyan pêdiviyeke lezgîn heye.
Zêdetirî 50’î girtiyên siyasî hatine darvekirin
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Komara Îslamî bi dehan sal e cezayê darvekirinê ji bo tepeserkirina nerazîbûnan, belavkirina tirsê û parastina desthilatdariya xwe bikar tîne. Îmzekaran ragihand ku ji dawiya Adara 2025’an û vir ve, herî kêm 50’î girtiyên siyasî û kesên ku di salên dawî de beşdarî xwepêşandanan bûne hatine darvekirin û gelekên din jî bi metirsiya darvekirina lezgîn re rûbirû ne.
Daxuyanî her wiha piştgiriyê dide greva birçîbûnê ya girtiyên li girtîgeha Qizil Hesarê û nerazîbûnên girtiyên li girtîgeha Dastjerd a li Îsfahanê, girtîgeha Evîn, girtîgeha Saveh û girtîgeha Lakan a li Reştê.
Îmzekaran bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropayê (YE) û saziyên demokratîk kirin ku yekser tedbîrên pêwîst bigirin da ku darvekirinan rawestînin, jiyan û tenduristiya girtiyên di grevê de biparêzin û siyaseta darvekirin û tepeserkirinê li Îranê bi dawî bînin.
43 sazî û zêdetirî 300 çalakvanan daxuyanî îmze kirin
Daxuyanî ji aliyê 43 sazî, rêxistin û koman ve hat îmzekirin. Di nav îmzekaran de ev sazî hene: “Hevpeymaniya Jinên Çepgir, Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê, Yekîtiya Sosyal Demokratên Îranê, Komeleya Îranî ya li dijî Darvekirinan, Komeleya Mafên Jinan a Swêdê, Parêzvanên Mafên Kurdistanê, Eniya Neteweyî ya Îranî ya Ewropî, Partiya Karkerên Komunîst a Îranê, Rêxistina Mafên Jinan a Swêdê, Tora Cîhanî ji bo Azadkirina Girtiyên Siyasî û Girtiyên Wijdanî li Îranê, Tora Jinan a Belcîkî, Rêxistina Jiyan û Azadî, Kampanyaya Cîhanî ya Na ji Darvekirinan re li Îranê, Navenda Khavaran, Komîteya Navneteweyî ya li dijî Cezayê Mirinê, Kampanyaya Azadkirina Karkerên Girtî, Kampanyaya Azadiya Warîşeh Mûradî û zêdetirî 300 çalakvan hene.”
Îmzekaran tekez kirin ku mafê jiyanê mafekî bingehîn ê mirovan e, cezayê darvekirinê wekî "cezayek hovane, nemirovane û bêveger" pênase kirin û daxwaz kirin ku li Îranê hemû cezayên darvekirinê bi tevahî bên rakirin.