Şeyda Maruf: Ji bo arşîvkirina dîroka jinan divê zîhniyeta serdest bê şikandin
Nivîskar û wergêrvan Şeyda Maruf bal kişand ku tomarkirina dîroka jinan ji ber zîhniyeta serdest a mêr û astengiyên civakî hatiye paşguhkirin û got ku divê jin dîroka xwe ji nû ve binivîsînin, çîrokên xwe arşîv bikin û ji nifşên pêşerojê re bihêlin.
DÊRÎN REHÎM
Silêmanî — Li Kurdistanê û li seranserê cîhanê, tomarkirin û arşîvkirina dîroka jinan her dem ji aliyê polîtîkayên dûrxistinê yên pergala serdest ve hatiye paşguhkirin. Di Serdema Navîn de, nivîsandina dîrokê monopol û qada taybet a mêran bû; berhemên ku ji aliyê jinan ve dihatin hilberandin gelek caran bi awayekî anonîm an jî bi navên derewîn ên mêran dihatin weşandin. Her çendî ev pêvajo bi derketina holê ya tevgerên azadîxwaz ên jinan re bi awayekî girîng guheriye jî marjînalîzekirina jêhatîbûn û beşdariyên jinan hê jî bi awayên cuda berdewam dike. Nivîskar û wergêrvan Şeyda Maruf li ser vê mijarê nirxandin kir.
‘Astengiyên li pêşiya jinan ji civak malbatê û olê pêk tên’
Şeyda Maruf diyar kir ku jinên Kurd û jinên li çar aliyên cîhanê her dem rastî gelek astengiyên sîstematîk tên û got: “Ev astengî carna ji faktorên civakî, malbatî, takekesî û perwerdeyê, carna jî ji nêrîna olî bi giştî derdikevin. Ev hemû dibin asteng ku jin kêmtir xuya bikin. Jin ji ber van astengiyan nikarin dîroka xwe tomar bikin. Carna jin dixwazin bîranînên xwe binivîsînin lê kî destûrê dide? Carna şert û mercên aborî nahêlin arşîva jiyana xwe biafirînin. Pir caran sedemên din jî derdikevin pêş an jî jin tenê bi piştgiriya taybet dikarin vê yekê bikin. Ji ber ku bi gelemperî, piştgiriya ku ji jinan re tê dayîn li gorî mêran gelekî kêmtir e.”
Şeyda Merûf destnîşan kir ku ev pirsgirêk di serî de bi şert û mercên civakî ve girêdayî ye û wiha domand: “Mêr, ji ber ku xwedî azadiya civakî ya berfirehtir in, dikarin bêhtir beşdarî civîn û çalakiyên curbecur bibin. Ji ber ku beşdariyên jinan bi têra xwe nayên nirxandin û girîngiya ku heq dikin nayê dayîn, hejmara jinên dîroka xwe tomar dikin pir kêm e. Hema hema bibêje nayê hesibandin. Lê belê, arşîvkirina dîrok û jiyana jinan pir girîng e. Ji niha û pê ve divê ev astengî werin rakirin, çîrok û ezmûnên jiyana jinan bên arşîvkirin.”
Jinên ku dîrokê belge dikin dibin model
Şeyda Maruf bal kişand ku divê jinên dîrokê belge dikin ji bo nifşên pêşerojê yên jinan bibin model û wiha domand: “Berhemên ku van jinan çêdikin dê ji hêla nifşên pêşerojê ve werin xwendin. Di dawiyê de, ew ê bibin model. Ew ê li paş xwe binêrin û bifikirin ka jin çawa gihîştine wê astê. Xort û keçên me dê van mînakan bişopînin.”
Şeyda Meruf anî ziman ku her sal hejmara keçên ciwan di huner, medya û gelek warên din de zêdetir dibe lê ji ber zextên civakî, gotegot û kevneşopiyan neçar in dev ji kariyerên xwe berdin û wiha pêl da gotinên xwe: “Ew neçar in kariyerên ku ne li gorî ruh û berjewendiyên wan in bişopînin. Ji ber ku civak her gav tiştên wiha wekî şerm dibîne û li gorî perspektîfa xwe ya paşverû wan dinirxîne. Axaftin û gotegotên berdewam tenê vê zextê zêde dikin. Lêkolîner û nivîskarên jin divê di vê mijarê de roleke çalak bigrin û beşdarî pêşvebirina vê pêvajoyê bibin. Armanc ew e ku ji bo jinan derfet bên avakirin û bikaribin jêhatiyên xwe di nava civakê de nîşan bidin.”
Rexneyên li ser medyaya serdest û banga ji bo medyaya azad
Şeyda Maruf diyar kir ku divê medya jî hişyartir be û di belgekirina dîroka jinan de bi berpirsyarî bixebite û gotinên xwe wiha domand: "Divê medya belgekirina dîroka jinan bike qadeke bingehîn a xebatê. Divê dîroka jinan were tomarkirin û bigihîje nifşên pêşerojê. Divê medya di vî warî de bi awayekî exlaqîtir, bi kalîteyeke bilindtir û bi awayekî baldartir bixebite. Em dibînin ku hinek dezgehên medyayê bi weşandina nûçeyên derew û ne rast li ser medyaya dîjîtal zirarê didin jinan. Divê ku ev pirsgirêk bi riya hişyariyeke çandî werin çareserkirin.”
Şeyda Meruf da zanîn ku tevî kêmasiyên medyaya nûjen, ew dikarin vê dîrokê bi riya kes û saziyên jêhatî ji nû ve binivîsînin, dûre bi dîroka jinên li welatên cuda ve gire bidin û pirek ji bo têgihîştina hevbeş biafirînin.
Kêmbûna saziyên arşîvkirinê li Kurdistanê
Şeyda Maruf bal kişand ser nebaşiya avahiyên saziyî yên li Kurdistanê ji bo arşîvkirina dîroka jinan û got:
"Mixabin, saziyeke me ya taybet ku bi awayekî profesyonel dîroka jinan arşîv bike tune ye. Tenê saziyeke me heye; ew jî Pirtûkxaneya Jinên Kurd e, her çendî bi sînor be jî. Lê çiqas girîngî ji vê mijarê re tê dayîn? Divê em vê mijarê binirxînin. Mixabin, saziyeke me ya xurt ku bi piştgiriya pêwîst ve girêdayî ye, ji bo arşîvkirina dîrok û bîranînên jinan bi têra xwe tune ye."
Şeyda Meruf her diyar kir ku ezmûn bi pratîkê çêdibin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Berê, jinên me hebûn ku li çiyayan û qadên qelebalix têdikoşiyan. Ev ji bo jinên ku îro dijîn bûye ezmûnek. Ezmûnên jiyana hunermend û nivîskaran, çîrokên jinên ku di qadên xwe de dixebitin; ev hemû bingeha nivîsandin û arşîvkirina dîrokî pêk tînin. Divê lêkolîn li ser jinên ku bi rastî ezmûn bi dest xistine were kirin. Bi vî rengî, em dikarin ji bo nifşên pêşerojê arşîveke pir mezintir û berfirehtir peyda bikin."
‘Tu jin ne bêkêr e’
Şeyda Meruf di dawiyê bang li jinan kir û bi van gotinan bi dawî kir: “Ez ji jinên ku di her warî de xwedî ezmûn in rica dikim ku kesên dîrok û ezmûnên xwe belge dikin vexwînin, da ku pêşve biçin û jêhatiyên xwe pêşve bibin. Ji ber ku tu jin ne bêkêr e. Carna, tenê dem an derfeta rast ji wan re nehatiye pêşkêşkirin. Wekî din, jêhatîbûna jinan ne hewce ye ku bi perwerde û fêrbûnê ve sînordar be. Jin dikarin di her warê jiyanê de, di her karê ku dikin de, yan jî di her berpirsiyariyek ku digrin ser xwe de serkeftî û pêşeng bin.”