Ji 10 rêxistinan banga betalkirina cezayê darvekirinê
10 rêxistinên parastina mafên zarokan ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, bi daxuyaniyek hevpar ji bo betalkirina cezayê darvekirinê yê li Şerîfe Mihemedî hatiye birîn, bang kirin.

Navenda Nûçeyan – 10 rêxistinên parastina mafên zarokan ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, têkildarî erêkirina cezayê darvekirinê ku dadgeha Îranê li çalakvana mafên mirov Şerîfe Mihemedî biriye, daxuyaniyek hevpar dan.
‘Xebatên ji bo dadperweriyê ne sûc e’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew daxwaza demildest û bê merc betalkirina cezayê darvekirinê yê ku li Şerîfe Mihemedî hatiye birîn dikin û gotin: “Karkirina ji bo dadperwerî, mafên mirov û piştgiriya bi zarokan re ne sûce. Dayîna cezayek bi vî rengî û bicihanîna wê li ser civak û çalakvanan gefe. Dayîna biryarek bi vî rengî ji bo jinek ku jiyana xwe ji bo xwedîkirina zarokan veqetandiye, bê bingehe. Em daxwaza jiyanek mirovane ji bo hemû kesê dikin, bêy ferq û cûdahî. Di rewşek ku civak rûbirûyê hejarî, newekhevî û pirsgirêkên debarê dibin de, herî zêde zarok jê bandor dibin û pirsgirêkên çavkaniya jiyanî, pêşketin û piştevanî ji bo wan kêmin. Xwezayiye ku wijdana hin kesên wek Şerîfe Mihemedî ji bo başkirina rewşa karker û zarokan têkoşîn bikin û daxwaza mafên wan bikin.”
Hêjayî bi bîrxistinê ye di 5’ê Kanûna 2023’yan de Şerîfe Mihemedî li mala xwe ya li bajarê Reşt ji aliyê hêzên wezareta Îtlaetê (îstixbarat) ve bêy fermana dadwer hate binçavkirin. Şerîfe Mihemedî şandin girtîgeha bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê. Li wê derê hat xistina hucreya yek kesî û di dema lêpirsînê de êşkenceya fîzîkî û derûnî lê hat kirin. Rê nehat dayîn li gel malbat û parêzerên xwe de hevdîtinê bike, piştre jî ji bo girtîgeha Lakan a bajarê Reşt hat veguhestin.
Doza Şerîfe Mihemedî ji aliyê şaxa yekem a Dadgeha Şoreşê ya Reştê ve bi serokatiya Dadwer Mihemed Elî Derwêş Goftar hate lêkolînkirin. Di 4’ê Tîrmeha 2024’an de bi sûcdariya (derketina dijî desthilatê) cezayê darvekirinê lê hat birîn. Di 16’ê Tebaxa 2025’an de jî ev ceza ji aliyê şaxa 39 ya Dadgeha Bilind ya Îranê ve bi temamî hate erê kirin.