Iraqê destur neda şandeya Îtalî derbasî Mexmûrê bibe

Şandeya Îtalî ya ku dixwest derbasî wargeha penaberan a Mexmûrê bibe ji aliyê hêzên Iraqê ve hat astengkirin.

Mexmûr – Îro şandeyek Îtalî ku dixwest derbasî wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bibe ji aliyê hêzên Iraqê ve hat astengkirin.

Şandeya Îtalî ku navê komeleya wan 'Riya diçe Kurdistan' ji bo alîkariyên tenduristî û perwerdê dinava penaberan de digere. Herwiha ji bo pêwîstiyên nexweşxanê yên wek derman û hwd.. ji bo wargeha Mexmûr jî pêşwazî bikin xwestin bikevin nava wargehê. Lê şande ji aliyê Iraqê ve hat astengkirin û nehêla derbasî nav wargehê bibe.