IFJˋê hedefgirtina rojnamevanan şermezar kir

IFJˋê êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk li dijî rojnamevan Cîhan Bîlgîn Nazim Daştan şermezar kir û bang kir ku divê hesab ji berpirsên hedefgirtina rojnamevanan li herêmên şer were xwestin.

Navenda Nûçeyan- Sekreterê giştî yê Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (IFJ) Antony Belanger got, "Hempîşeyên me rewşa li bakurê Sûriyeyê dişopandin. Ev her du hevalên me, dema karê xwe yên rojnamevaniyê dikirin, bi zanabûn ji hêla balafireke bêmirov a Tirkiyeyê ve hatin hedefgirtin. Em êrişa li dijî hevalên xwe şermezar dikin û banga hesabxwestinê dikin."

IFJˋê sersaxî da malbatên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, her wiha bang li rêveberiya siyasî ya nû ya li Sûriyeyê kir ku der barê van sûcan de lêpirsîneke serbixwe veke û sûcdaran şermezar bike.

Rêxistina DİSK Basın-İş a li Tirkiyeyê ya girêdayî IFJˋê jî gotibû, "Nayê qebûlkirin rojnamevanên ji herêmên şer heqîqetê ji xelkê re radigihînin werin hedefgirtin. Em êrişên li dijî rojnamevanan şermezar dikin. Divê berpirs, li ser hedefgirtinên rojnamevanan li herêmên şer li Filistîn û Sûriyeyê, werin darizandin."