Hunermenda Tûnisî Sîham Garîra çû ser dilovaniya xwe

Hunermenda Tûnisî Sîham Garîra di encama qezayek trafîkê de mir. Piştî belavbûna agahiya mirina hunermenda navdar, civaka hunerî ya Tûnisî û Ereb, ket nav xemgîniyek kûr.

Navenda Nûçeyan- Sendîkaya Pîşeyên Muzîkê ya Tûnisê, bi rêya hesabê xwe yê fermî yê Facebookê ragihand ku hunermenda Tûnisî Sîham Garîra di qezayekî trafîkê de jiyana xwe ji dest daye.

Di parvekirinê de wiha hat gotin: “Hunermenda Tûnisî Sîham Garîra ya îro li Misrê qezayek trafîkê ya tirsnak derbas kir, bi giranî birîndar bû û sewqî nexweşxaneyê hate kirin. Li gorî agahiyên Sendîkaya Pîşeyên Muzîkê ya Tûnisê, Sîham Garîra ya ku bi giranî birîndar bû, tevî hemû hewildanên bîjîşkan jî jiyana xwe ji dest da. Mirina Sîham Garîra, ji bo hezkiriyên wê û hevkarên wê bû şokek mezin.

Hunermenda ku bi dengê xwe yê germ û bandorker û bi nêzîkatiya xwe ya mirovî dihat nasîn, ji hêla gelek hunermendan ve bi peyamên hestiyar hate bîranîn. Hunermend, di jiyana xwe ya hunerî de şopek mezin hişt.”

Sîham Garîra ya di hunera Tûnisê de kesayetiyek berbiçav e, beşdarî gelek xebatên muzîk û şanoyê bû û şopek mayînde li ser qada hunerî ya herêmî û erebî hişt.