Hunermenda Mexrîbî zarokan bi rêya şanoyê perwerde dike
Hunermenda Mexrîbî Hayat Xafrî, ji bo ku zarokên Mexrîbî pêkhateyên nasnameya çandî nas bikin û ji teknolojiya ku bûye wek tiryak dûr bikevin, li taxên bajêr zarokan bi rêya şanoyê perwerde dike.
RAJA XAÎRAT
Mexrîb - Hayat Xafrî, an jî wekî ku zarok bi hezkirin jê re dibêjin "Simsimah," ji bo projeyek çandî pêşengî dike. Projeyek ku wê hemû çavkaniyên xwe ji bo rizgarkirina zarokan a ji lepên teknolojiyê û di wan de çandina ruhê mîrat û çanda populer û dûrî ekranên jîr, terxan kiriye. Bi xweberî û evîna xwe ya ji bo zarokan, Hayat Xafrî çîrokên gelêrî veguherandine pêşandanên şanoyî û performansê yên zindî. Ev şano ji hêla zarokan ve li cîhên çandî yên cûrbecûr ên li Marakeşê tên pêşkêşkirin.
Armanc vejandina mîrata gelêrî ya di dilê zarokan de ye
Hayat, vejandina mîratê û xwedîkirina jêhatiyên ciwan bikar tîne da ku xezîneyên kevneşopiya devkî kifş bike. Bi vî rengî li dijî cazibeya teknolojiya nûjen serî radike. Bi rêya şanoya dibistanê, hunermend Hayat Xafrî jêhatiya xwe bipêş xist û ew xwedî kir heta ku ew bû projeyek çandî ku li ser milên xwe hildigre. Armanca wê, vejandina mîrata gelêrî ya di dilê zarokan de û geşkirina nasnameya çandî ya cihêreng a Mexrîbê ye. Ev jî, bandorên Amazigh, Ereb, Endulusî û Sahrayî dihewîne.
Li taxa Mellah a bajarê kevin ê Marakêşê, "Simsimah" zarokên taxê di navendeke çandî de hembêz dike. Dilê xwe berî deriyên navendê ji wan re vedike da ku şiyan û jêhatiyên wan ên afirîner di performansa şanoyî û çalakiyên çandî de bipêş bixe. Li ser pirsa “Çima te taxa Mellah bijartiye?”, dibêje “Niştecihên Mellah dilovan in û zarokên li vir hewceyî cîhekî ne ku dûrî lîstikên elektronîkî û têlefonên jîr, ku zarok li çaraliyê cîhanê jê re bûne tiryak, jêhatiyên wan bipêş bixe. Ev cîh li dilê Mellahê ye, bi dehan zarokan dikşîne ku li çandek alternatîf û çalakiyên ku hesta wan a afirîner bipêş dixin digerin.”
Pirek ji bo ragihandinê: Şano
Jiyana Hayat Xafrî bi şanoya ku çavkaniyek çîrokên gelêrî ye ve girêdayî ye. Hayat Xafrî, wan vediguherîne nivîsên şanoyê yên ku ji hêla zarokan bi xwe ve li deverên çandî yên cûrbecûr li Marakêşê tên pêşkêşkirin. Hayat derbarê vê ezmûnê de ragihand ku di salên ku di şanoya dibistanê û çalakiyên çandî de li gelek navendên ciwanan ên li bajêr derbas kirin de, girîngiya şanoyê ya ji bo zarokan fêm kiriye. Hayat, da zanîn ku şano jêhatiyên wan ên ragihandinê xurt dike, dihêle ku ew hestên xwe bi cesaret û azad îfade bikin û wiha domand: “Dûrî wêneyên stereotîpîk ên civakî yên ku ji hêla perwerdehiya kevneşopî ya ku ew ji temenê biçûk ve distînin, di wan de hatine çandin. Di provayan de, di navbera keç û kuran de cûdahî tuneye. Ew hemû wekhev in. Ji ber vê yekê, ez hewl didim ku prensîbên wekhevî û derfetên wekhev fêrî wan bikim.”
‘Ez nikarim li dûrî zarokan bijîm’
Jiyana Hayat Xafrî di kolanên bajarê kevin de derbas dibe û ev ji bo wê dibe ezmûnek bêhempa. Ew pêşniyarên beşdarbûna di hilberînên şanoyê yên taybet de red dike, li şûna wê tercîh dike ku çîrokên xwe bi zarokan re biafirîne ku jiyana wê bi wan re temam e. Hayat Xafrî diyar kir ku nikare jiyana xwe dûrî zarokên biçûk xeyal bike û wiha domand: “Ew mîna pişikek din in, oksîjenê didin min. Ez xwe naspêrim fînanse an alîkariya ji tu saziyekê. Ez tercîh dikim ku tiştê ku ez pêşkêşî zarokan dikim ji hewildanên min be. Her wiha ew ji baweriya min a tevlêbûna projeyek çandî ya ku xizmeta zaroktiyê û zarokan dike, derdikeve. Karê min bi hin taxên marjînal ên bajêr ve sînorkirî ye, lê armanca min mezin e û ez dixwazim ku bikaribim biçim taxên din ên bajêr da ku hemû zarokên wê ji pêşandan, perwerde û çalakiyan sûd bigrin.”
Vejandina mîrata gelêrî
Hayat Xafrî qet derfetek ji dest nade ku performans û atolyeyên cejnê ji bo zarokan li taxên populer û kolanên wan organîze bike. Qadên giştî wekî sehneyek ji bo performansên şanoya kolanan bikar tîne. Ew dixwaze ku ev performans rastîn bin, mîrata rastîn a Mexrîbî bi riya performansên gelêrî yên ku ji hêla zarokan bi xwe ve têne pêşkêşkirin, vejîne. Ev performans amadekirina xwarinên kevneşopî yên Mexrîbî yên guncan ji bo vê bûyerê an afirandina performansên şanoyê yên îlhambexş ji bo zarokên din vedihewîne. Ew yek ji afirînerên şahiyên populer e ku armancek yekane heye: zarokan kêfxweş bike û ruhê mîrate û çanda gelêrî di hundirê wan de geş bike.
‘Min xwest ruhê hevkariyê, pabendbûn û xebata tîmê di wan de biçînim’
Hayat Xafrî derbarê van rêûresmên cejnê de ev agahî dan: “Bi rêya van atolyeyên xwarinçêkirin û nanpêjandinê, min xwest zarokan, hem kur û hem jî keç, tevlî amadekirina xwarinên kevneşopî bikim. Ji aliyekî ve, min xwest ruhê hevkariyê, pabendbûn û xebata tîmê di wan de biçînim. Ji aliyê din ve, min xwest wan nêzîkî çanda Mexrîbî bikim, ji xerîbiya çandî ya Rojavayî ku bi rêya ekranên biçûk ên ku zarokên me ewqas bi wan ve girêdayî ne, jiyana me ya rojane serdest kiriye, dûr bixim.”
Bi dê û bavên wan re jî têkilî datîne
Ev dayîka dilsoz bi fedakarî û dilsoziyeke mezin ji bo xizmetkirina zarokan, ji bo zarokan bûye dayîkek duyemîn. Şîretan li wan dike û pêşveçûna wan a akademîk bi baldarî dişopîne. Ger hewce bike, heta gazî dê û bavên wan dike da ku her zehmetiyek akademîk nîqaş bikin û çareser bikin. Hayat da zanîn ku bi rêya performansên şanoyê yên zarokan, bi mamosteyên wan re hevdîtin çêdike, ku zarok wan vedixwînin ku pêşandanê temaşe bikin. Hayat got ku “Ew bi rêya şahidiyan ji min re dibêjin ka performansa akademîk a zarokan bi saya şanoyê çiqas baştir bûye.”
Hêviyeke berfireh
Xewna jiyana Hayat Xafrî li wir bi dawî nabe. Ew bi demê re pêşbaziyê dike da ku projeya xwe ya çandî li hemûa taxên Makêşê berfireh bike, piştrast bike ku hemî zarokên wê ji vê projeyê sûd werbigirin ku lêçûna giran a wê bi tena serê xwe hilgirtiye. Ew xwedî gelek berhemên şanoyê yên navdar e ku temaşevanên Marakêşê di şanoyê de kêfxweş kirine. Di berhema wê ya herî dawî ya bi navê "Xemsariyên Jinan" de, komek keçên ciwan nîşan da ku performansên wan temaşevanan kişandin. Her keçikek fikarên xwe yên li ser rastiyên rojane yên ku jinên Mexrîbî di civakek baviksalar de ku mafên wan bi tevahî nas nake, pê re parve kir.
‘Nirx û ehlaq ew in ku dimînin û bêyî wan, şaristanî nayê avakirin’
Hunermend Heyat Xafrî diyar kir ku dizane ku ev rê dijwar û dirêj e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez dizanim ku şerê min jî ne hêsan e. Ev şerekî dijwar e ku ez rojane bi ceribandinên vê dinyaya ku ji hêla teknolojiyê ve hatiye şûştin re dikim. Lê ez bi qasî ku ji destê min tê hewl didim ku zarokan ji wê derxim û ruhê çand û nasnameya Mexrîbî di wan de biçînim, ku bêyî wê çi qas bilind bibin jî ew nikarin hebûna xwe ferz bikin. Ev tiştê ku ez her gav ji wan re dubare dikim e. Nirx û ehlaq ew in ku dimînin û bêyî wan, şaristanî nayê avakirin.”