Li Sûdanê ji bo rûbirûbûna binpêkirinan kampanyaya ‘Edaleta Jinan’

Rêxistinên jinan û rêxistinên civaka sivîl li Sûdanê wê kampanyaya "Edaleta Jinan"bidin dest pê kirin. Armanca vê însiyatîfê ewe ku daxwaza edaletê xurt bike û jinan li dijî pêla tundî û binpêkirinên mafan yên ku her diçe zêde dibe biparêze.

Sûdan – Di pêngavekê ku bilindbûna tevgera jinan li hember bandorên şer nîşan dide, komên femînîst, pîşeyî û mafên mirovan, ligel hêzên sivîl, destpêkirina kampanyaya "Edaleta Jinan" ragihandin. Çalakiyên wê dê sibê saet 13:00’an de dest pê bikin.

Li gorî daxuyaniyek ku ji aliyê însiyatîfa “Ji Zordariya li ser Jinan re Na” ve hatiye dayîn, ev kampanya wek bersivek ji bo rewşa mirovî û mafên mirovan a xerabtir a li Sûdanê tê. Daxuyanî dide zanîn ku li ber çavan gelek şêweyên tundî û binpêkirinên ku jin pê re rûbirû dimînin hene, di nav saziyên dadwerî yên qels û valahiyek berfireh di wekheviyê de, ku derfetên parastin û hesabdayînê sînordar dike.

Armanc balkişandina ser pirsgirêkên jinan e

Kampanya hewl dide ku girîngiya pirsgirêkên jin û jinên ciwan ji nû ve bîne û wan wek pêşaniyek neteweyî pêşkêş bike ku nayê paşguhkirin, bi rêya ronîkirina êşa jinan, zextkirina ji bo hesabpirsîna binpêkirinên mafan û pêşxistina gihîştina edaletê wek xalek destpêkê ya bingehîn ji bo her rêyek ber bi aramiyê û ji nû ve avakirina civakê ve.

Kampanya ji însiyatîfa ‘Ji Zordariya li ser Jinan re Na’ derket

Daxuyanî nîşan dide ku fikra kampanyayê ji însiyatîfa “Ji Zordariya li ser Jinan re Na” derketiye holê, berî ku berfireh bibe û rêzek berfireh ji komên jin, civakî, pîşeyî û siyasî yên li hundir û derveyî Sûdanê jî di nav xwe de bigre. Di îfadeyek zelal a pêwîstiya bi çalakiyek kolektîf a rêxistinkirî ji bo rûbirûbûna rastiya paşguhkirin û binpêkirinan.

Di vê çarçoveyê de, kampanya xwe wekî platformek vekirî ji bo çalakiyên hevbeş pêşkêş dike. Armanc dike hewldanên çalakvanên di warên jin û mafên mirovan de bike yek û eniyek zextê ya berfireh ava bike da ku mafên jinan biparêze û bêdengiya li ser qurbaniyan bişkîne.

Xebatên kampanyayê

Xebata kampanyayê li ser hejmarek stûnên sereke hatiye avakirin, di nav wan de belgekirina binpêkirinan, bilindkirina hişmendiya li ser mafan, pêşvebirina gihîştina edaletê, avakirina torên hevgirtinê li ser astên neteweyî, herêmî û navneteweyî û zextkirina li ser biryarderan ku tedbîrên lezgîn bigirin da ku parastin û hesabpirsînê mîsoger bikin.

Pêngav ji bo ragihandina dengê jinan e

Kampanya her wiha banga têkiliyê bi hashtaga #WomentJustice re dike, wekî amûrek ji bo seferberiya dîjîtal û ragihandina dengê jinan û pêşvebirina hevgirtinê bi pirsgirêkên wan re, di ronahiya rastiyekê de ku tê de binpêkirin zêde dibin û pergalên parastinê kêm dibin.

Edalet ne daxwazek qismî ye

Kampanya tekez dike ku edalet ji perspektîfa jin ve ne daxwazek qismî ye, lê şertek bingehîn e ji bo bidawîkirina çerxên tundî û bêcezatiyê û avakirina pêşerojek dadmendtir û berfirehtir ên li Sûdanê.