HRANA: Di rojekê de 50 kes mirin û birîndar bûn
Di encama şerê di navbera Emrîka-Îsraîl û Îranê de, 50 sivîl li Rojhilatê Kurdistan û Îranê mirin û birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA’yê, bîlançoya 24 saetên borî yên şerê Emrîka-Îsraîl û Îranê belav kir.
Li gor daneyên HRANA’yê, di 24 saetên borî de li 10 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê nêzî 108 êrîş pêk hatine. 21 navendên leşkerî, baregehên Supayê Pasdaran, navendên Besîcê, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, depoyên neftê û jêrxana enerjiya atomî hedef hatine girtin.
Her wiha hatiye diyarkirin ku di encama van êrîşan de 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dane 38 sivîl jî birîndar bûne. Herî zêde jî êrîş li Esfehan, Xuzistan, Fars, Tehran û Tewrêz pêk hatine.
Li gorî daneyên nefermî, ji dema despêkirina şerê di navbera Emrîka-Îsraîl û Îranê heta duh, hezar û 455 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Ji vê hejmarê 217 zarokên temenê wan di bin 18 salî de ne.