HRANA: Di 24 saetan de 33 welatî hatin qetilkirin
HRANA diyar kir ku di nava 24 saetên borî de di êrîşên DYE-Îsraîl yên li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê de 33 welatiyên sivîl hatin qetilkirin û 8 welatî jî birîndar bûne.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA bîlançoya dawî ya şerê di navbera Îran û Îsraîl-DYE de bi raporekê belav kir.
HRANA ragihand ku di nava 24 saetên borî de di şerê Îsraîl-DYE û Îranê de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, herî kêm 485 êrîş hatine pêkanîn ku 63 baregehên leşkerî, baregehên pasdarên şoreşê, navendên Besîc, balafirgehên leşkerî, baregehên polîsan û bîrên petrolê hatine hedef girtin.
Li gorî rapora HRANA, di êrîşên di nava 24 saetên borî de hatine pêkanîn de, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 33 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 8 welatî jî birîndar bûne.
HRANA da zanîn ku piraniya êrîşan li dijî Tehranê hatine pêkanîn û di rêza duyem û sêyem de jî Xozistan û Kirmanşan hebû.
Her wiha HRANA ragihand ku ji destpêka şer ve li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hezar û 205 welatiyên sivîl hatine qetilkirin ku ji vê hejmarê 193 jê zarok bûn, 187 jî endamên hêzên zordar ên rejîma Îranê bûn.