Hişê çêkirî sûcên îstîsmarkirina zarokan li cîhanê zêdetir dike
Peymangeha Skotlandî ya “Childlight” ji zêdebûna bi rêjeya ji sedî 8400 a bikaranîna AI-yê di îstîsmarkirina zayendî ya zarokan de hişyarî da û banga parastina zêdetirî 300 milyon zarokên di xeterê de ne kir.
Navenda Nûçeyan – Hişyariyên derbarê metirsiyên derûnî yên hişê çêkirî û binpêkirina taybetmendiya kesane, bi taybetî li ser zarokan, her diçe zêde dibin.
Lêkolînek ku ji aliyê peymangeha Skotlandî ya Ewlekariya Zarokan a “Childlight” ve hat weşandin, eşkere kir ku di navbera du salan de hejmara raporên girêdayî bikaranîna hişê çêkirî ji bo îstîsmarkirina zayendî ya zarokan zêdetirî ji sedî 8400 zêde bûye.
Di nava du salan de ji sedî 8400 zêde bû
Li gorî daneyên lêkolînê, hejmara materyalên pornografîk ên ku bi hişê çêkirî tên hilberandin û zarokan dikin hedef, ji nêzî 4700 rewşan di sala 2023’an de gihîştiye zêdetirî 400 hezar rewşan di sala 2025’an de.
Şîrovekarên peymangehê piştrast kirin ku di nîvê yekem ê sala niha de, hejmara materyalên îstîsmara zayendî ya zarokan ên ku bi van teknolojiyan bi awayekî pir rastî û wekî rastî tên hilberandin, ji tevahiya wan materyalên di sala borî de hatine tomarkirin derbas bûye.
Her wiha şîrovekaran destnîşan kirin ku leza belavbûna vê diyardeyê ji sala 2025’an ve bi awayekî berbiçav zêde bûye.
Her sal zêdetirî 300 milyon zarok di xeterê de ne
Rêxistin texmîn dike ku her sal li seranserê cîhanê zêdetirî 300 milyon zarok bi awayekî bi alîkariya teknolojiyê rastî îstîsmar an destdirêjiya zayendî tên.
Her wiha li gorî texmînan, ji çar zarokan yek beriya ku bibe 18 salî, bi awayekî îstîsmarê re rûbirû dimîne.
Metirsiyên ku bi lez zêde dibin
Ji Rojnameya EL Guardiyan rêvebera giştî ya daneyan a “Childlight”, Debi Frey got ku encamên lêkolînê asta îstîsmara zayendî ya zarokan eşkere dikin û asta heyî bi awayekî “şokker” binav kiriye.
Her wih diyar kir ku lêkolînê qada rastîn a îstîsmara zayendî û destdirêjiya li ser zarokan her wiha metirsiyên ku ew bi taybetî li ser înternetê rastî wan tên eşkere kiriye.
Frey destnîşan kir ku ev encam diyar dikin, hikûmet dikarin di kîjan waran de guhertineke rastîn pêk bînin. Ji ber ku bi berhevkirina îsbatan ji lêkolîn, tomarên polîsan û çavkaniyên din, dikare wêneyeke zelaltir ji metirsiyên ku zarok rastî wan tên were çêkirin.
Her wiha ev dane dikarin alîkar bin ku kêmasiyên di pergalên parastina zarokan de bên diyarkirin û çavkanî û destwerdan bên arastekirin ji bo wan deverên ku herî zêde hewcedariya wan bi piştgirî û parastinê heye.