‘Hêzên Ewlehiyê yên Îranê xwepêşander û zarokan hedef digrin’
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Rêxistina Çavderiya Mafên Mirovan, daxuyaniyek hevpar weşandin û ragihandin ku hêzên ewlehiyê yên Îranê, bi tundiya zêde xwepêşander û zarokan hedef digrin.
Navenda Nûçeyan- Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Rêxistina Çavderiya Mafên Mirovan, bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku Muhafizên Şoreşê û Hêzên Emniyetê jî di nav de hêzên ewlehiyê yên Îranê, bikaranîna çekên agir, guleyên metal, gaza rondikrêj, panzer û derbkirinê xwepêşanderan hedef girtine.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîş li 13 bajaran û 8 parêzgehan çêbûne û ev yek nîşaneya berdewamiya çerxa tundî û tepeserkirinê ya li dijî xwepêşanderên li Îranê ye. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Rêxistina Çavderiya Mafên Mirovan, ragihandin ku zarok jî di nav de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane.
Bi xwepêşandanên berfireh ên li bajarên cuda yên Îranê re, roja pêncşemê rayedaran gihîştina înternetê bi tevahî qut kirin. Hinek aktîvîstên medyayê, vîdyoyên ku hêzên ewlehiyê êrîşî xwepêşanderan li navçeya Ferdîs a Kerajê dikin weşandin.
Herdu rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî, hişyarî kirin ku berdewamiya vê tepeserkirinê dê encamên xirab bi xwe re bîne û daxwaza bidawîanîna lezgîn a tundî û hesabdayîna rayedarên Îranê dike.