Hêzên Îranê bi ser nexweşxaneyê de girtin
Hêzên dewleta Îranê li Îlamê êrîşî Nexweşxaneya Îmam Xumeynî kirin, ku kesên di xwepêşandanan de birîndar lê dihatin dermankirin. Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw hişyarî da ku jiyana birîndaran di xetereyê de ye.
Navenda Nûçeyan – Hêzên dewleta Îranê li Îlamê êrîşî nexweşxaneyekê kirin ku kesên di xwepêşandanan de birîndar bûbûn lê dihatin dermankirin. Li gorî agahiyan, gelek hêzên ewlehiyê yên çekdar ber bi Nexweşxaneya Îmam Xumeynî ve hatine şandin.
Li gorî agahiyan, serdegirtin di demekê de pêk hat ku kesên di xwepêşandanên dawî yên li Wîlayeta Malekshahi de birîndar bûbûn li nexweşxaneyê dihatin dermankirin. Bûyer di 3’ê Çileya 2026’an de qewimî.
Li gorî şahidên bûyerê, hêzên Îranê bi giranî li hundir û derdora avahiya nexweşxaneyê belav bûne û xalên kontrolê danîne. Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw bal kişand ser xetereya cidî ya li ser jiyana birîndarên ku li nexweşxaneyê têne dermankirin û daxwaza tedbîrên lezgîn ji bo ewlehiya wan kir.
Rêxistinê her wiha bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hember tiştên diqewimin hesasiyet nîşan bidin û peyama "Bibin dengê Îslamê" parve kir.