Heyeta ku ji Ewropa hat: Em ê gavên hikûmetê bişopînin

Heyeta ku duh ji Ewropayê hatibû Stenbolê, got: “Em bang li hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku li gorî rêgezên edalet, demokrasî û aştiyê tevbigere. Em ê gavên hikûmetê bişopînin.”

Stenbol – Ji welatên cuda yên Ewropayê 39 kes di çarçoveya kampanyaya “Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” de duh hatin Stembolê. Heyeta ku ji rojnameger, nivîskar, akademîsyen, sendîkavan, parlamenter û hiqûqnasan pêk dihat, li hotêleke Taksîmê civîna “Maseya Gilover” li dar xist.

Li eywana civînê pankarta “Hevdîtina navneteweyî ya ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd û bidawîkirina tecrîdê” hate daliqandin. 

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel jî di nav de gelek kes tev li civînê bûn. Piştî civînê, metna hevpar hat xwendin. Parlamenterê Federal ê Partiya Çep a Almanyayê Ferhat Koçak metna bi Tirkî û Berpirsyara Têkiliyên Karên Derve ya CUP Katalonyayê Eulalia Reguant Cura jî ya bi Ingilîzî xwend. 

Parlamenterê Federal ê Partiya Çep a Almanyayê Ferhat Koçak, anî ziman ku ew piştevaniyê didin gelê Kurd û got: “Em bang li meqamên Tirk dikin ku ji bo diyalogeke çêker û rast û muzakereyên aştiyê yên bi tevahiya derdorên civaka Kurd re, gavên şênber bavêjin. Em careke din banga xebatên hevpar ên ji bo serkeftina pêvajoyê li hemû tevger û partiyên pêşverû û gelên Tirkiyeyê dikin. Tenê bi angajmanên bi vî rengî dikare guherîneke mayînde û domdar were rûniştandin û bi rastî jî rêya Tirkiyeyeke demokratîk were vekirin.”  

‘Birêz Ocalan yek ji dengên herî xurt ê aştî û bêçekbûnê ye’

Ferhat Koçak destnîşan kir ku hewceye Tirkiye rêzê bo mafên mirovan bigre û berpirsyariyên xwe yên navneteweyî bicîh bîne û wiha domand: “Di serdemeke ku qada navneteweyî zêdetir di çarçoveya dijminatî û êrîşkariyê de teşe digre, ji bo çareserkirina meseleya Kurd a bi rêyên diyalog û muzakereyan firsendeke dîrokî li ber dest e. Ev her du hêma, hêmayên sereke yên civakeke demokratîk in. Di serdemeke ku Rojhilata Navîn di nava pêtên agir de û gelek welat ketine nava pêşbirka xwebiçekkirina bêsînor de ne, birêz Ocalan yek ji dengên herî xurt ên aştî û bêçekbûnê diparêze ye. Birêz Ocalan, ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pevçûnên zêdetirî 40 sal in didomin, di heman demê de bangekî wêrek a bêçekbûn û tesfiyeyê kir.”  

Ferhat Koçak da zanîn ku fikra “Konfederalîzma Demokratîk” a Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Tirkiyeyê lê ji bo tevahiya herêmê modêlek e û wiha got: “Ji bo pêvajoya demokratîk bighê potansiyela xwe ya tam, hewce ye ku birêz Ocalan û hemû girtiyên din ên siyasî yên mafên wan tên binpêkirin bê şert û tavilê bên berdan. Girtîmayina wan, rê li ber fikarên cidî vedike. Di dema ragirtinê de yek ji mijarên esasî rêzgirtina ji bo mafên mirovan e. Bi taybetî jî birêz Ocalan li Girtîgeha Girava Îmraliyê ev 26 sal in di tecrîdê de ye, bi awayekî derhiqûqî ji mafên xwe yên sereke bêpar hatiye hiştin û ev yek jî bi eşkerayî binpêkirina standartên hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye.”

‘Em ê gavên ku hikûmet davêje bişopînin’ 

Ferhat Koçak, axaftina xwe bi van gotinan qedand: “Em bang li hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku li gorî rêgezên edalet, demokrasî û aştiyê tevbigere. Em ê gavên ku hikûmet davêje bişopînin û em hêvîdar in ku Tirkiye derbasî pêvajoyeke demokratîk û civakeke hemûgir bibe.”