Heyeta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêveberiya demkî re civiya
Heyeta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şamê bi rayedarên desthilatdariya Şamê re civiya. Heyet dê bi rayedarên Şamê re li ser pêkanîna rêkeftina 10`ê Adarê gotûbêj bike.

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya hewldanên pêşxistina diyalogê û pêkanîna xalên rêkeftina 10’ê Adarê ku di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û desthilatdariya Şamê de hatibû îmzekirin, heyetek Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li paytext Şamê bi awayekî fermî bi rayedarên desthilatdariya Şamê re civiya.
Li gorî daxuyaniyên berdevkên heyeta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di civînê de her du şandeyan hev nas kirine her wiha bernameyeke xebatên hevbeş ji bo gotûbêjên li ser mekanîzmayên pêkanînaxalên rêkeftinê hat kirin.
Heyeta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 12`ê Nîsanê de hatiye avakirin ji endama Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif, hevserokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ebid Hamid El Mihbaş, hevserokê Partiya Yekitiya Suryaniyan Senherîb Bersûm, hevserokê Desteya Darayî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ehmed Yûsif, endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Sozdar Hacî, hevseroka Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meryem Îbrahîm û hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yasir Silêman, pêk tê.
Heyeta Şamê jî ji Cîgirê Rêveberê Ofîsa Amerîka li Wezareta Derve Mihemed Qenatrî, Rêveberê Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Helebê Ebdulxenî Mihemed, Berpirsê Dosyaya Efrînê yê Ewlekariya Hundirîn Mesûd Betal û Alîkarê Wezîrê Karên Hundirîn ê Karûbarên Sivîl Ziyad Fewaz El Ayiş pêk tê