Heyeta Îmraliyê hûrgiliyên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re parve kir

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê têkildarî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re daxuyanî da û got: “Yekbûna bi Komara Demokratîk re bi qasî damezrandina Komarê girîng e.”

Navenda Nûçeyan- Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol, di 16’ê Sibatê de çûn Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Hevdîtin sê saetan domiya. Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya şandeyê wiha ye:

“Me di 16’ê Sibatê de li Îmraliyê bi birêz Ocalan re sê saet û nîv hevdîtinek pêk anî. Birêz Ocalan di hevdîtinê de van nirxandinên girîng kir;

Jiyana min, ji raperîna min a ewil a di nav malbatê de heta îro bi tempoyek mezin derbas bû. Hê jî vêya berdewam dikim. Pêvajoya me li pişt xwe hişt bi kurtasî ji siyaseta tundiyê û cihêkariyê ber bi siyaseta demokratîk û enegrasyonê ve hat û vê yekê jî hêz û qebîliyeta me ya ji bo muzakereyê piştrast kir.

Siyasetek ku bi mantiqa ‘jiholêrakirina terorîzmê’ nêzî mijarê dibe ne çareserî ye

Rapora Komîsyona Meclisê divê li gorî rastiyên bingehîn ên civakî be. Ev taybetmendiya rapora Komîsyonê dê di pêşveçûna siberojê ya pêvajoyê de pir girîng be. Siyasetek ku bi mantiqa ‘jiholêrakirina terorîzmê’ nêzî mijarê dibe ne çareserî ye û ev îfadeya neçareseriyê ye.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêvajoyek e ku her tim xwe ji nû ve dinirxîne û stratejî û taktîkên xwe diyar dike. Ez vê civîna me wek civîna destpêkirina Entegrasyona Demokratîk dinirxînim. Ez bi vê wesîleyê carek din hevalê me Sirri Sureyya Onder bi rêzgirtinek mezin bi bî rtînim. Bi ya min, ew mizgînî bû û hevalekî pir hêja bû.

‘Pêvajoya ku em tê de ne, pêvajoya bidawîanîna înkar û serhildanê ye’

Pêvajoya ku ber bi damezrandina Komarê ve çû, li ser yekitiya Tirk û Kurdan ava bû. Her çend paşê hatibe guhertin jî, şopên vê yekê di hemû belgeyan de têne dîtin. Ev di dema Şerê Serxwebûnê de, di Kongreyan de û di îlankirina Komarê de hatiye pejirandin. Mûstafa Kemal bi xwe di 17’ê Çileya 1921’an de li Îzmîtê di civîneke çapemeniyê de li ser Kurdan nirxandin kir. Ev Komar bêyî Kurdan nehatiye avakirin. Yên ku vê yekê înkar dikin her roj bi zimanekî tûj û wêranker diaxivin û gotinan dikin. Di haveyn û bingeha Komarê de Kurd hene. Metnên qanûnî yên paşê ku hatin amadekirin Kurdan ji holê rakirin, nasnameya Kurd û zimanê Kurdî qedexe kirin, vê yekê jî înkar û serhildanan bi xwe re anîn. Pêvajoya ku em tê de ne, pêvajoya bidawîanîna înkar û serhildanê ye. Em niha dixwazin nîqaş bikin ka em ê çawa werin cem hev û bi hev re di nava aştiyê de bijîn.

Di Serdema Navîn de, têkilî li ser yekitiya olî bû û sîstema mîrektiyan li ser vê bingehê hatibû avakirin. Lê îro, em ê bi awayekî ku li ser pîvan û aqilmendiya hemdem a guncav be, bi komarê re entegre bibin. Ev yek mîmariyek hewce dike. Înkarkirina hebûna gelê Kurd nayê wê wateyê ku ev mîmarî dê were damezrandin. Mîmarî bêyî qanûn û prensîban nabe. Kêmkirina mijarê tenê bi çend guhertinên di qanûna cezayî de jî dê xelet be. Hêmanên sereke yên vê mîmariyê, anku prensîbên bingehîn ên entegrasyonê, di daxuyaniya 27’ê Sibatê de hene. Ev bernameyek siyasî ye.

Em dikarin dikare jê re welatîbûna destûrî jî bê gotin, lê welatîbûna azad ji wê berfirehtir e

 

Pirsgirêkek pênasekirina hemwelatîbûnê heye. Hemwelatîbûn girêdana ku bi dewletê re hatî danîn nîşan dide. Hemwelatîbûn dilsoziya bi dewletê re bêyî cudahiya etnîsîte, ziman, bawerî an îdeolojiyê vedibêje. Bo nimûne, ne girîng e ku kesek sosyalîst e an kapîtalîst, Misilman e an Xiristiyan e, Kurd e an Ereb e. Ew hemî dikarin bibin welatiyên dewletê.

 

Pirsa pênaseya welatîbûnê heye. Welatîbûn girêdana ku bi dewletê re hatiye danîn diyar dike. Welatîbûn dilsoziya ji bo dewletê diyar dike, bêyî ku li etnîsîte, ziman, bawerî an sîstema ramanê bê nihêrîn. Mînak, ne girîng e ku mirov sosyalîst e an kapîtalîst, Misilman e an Xiristiyan, Kurd e an Ereb. Hemû dikarin bibin welatiyên dewletê.

 

Tercîha min ev e ku em bibêjin welatiyê azad. Her wiha em dikarin dikare jê re welatîbûna destûrî jî bê gotin, lê welatîbûna azad ji wê berfirehtir e. Mirov dê di olê xwe de azad be, di neteweya xwe de azad be, di ramana xwe de azad be.

 

Gelo pênaseya hemwelatîbûnê li Tirkiyeyê vî şertî pêk tîne? Ew hinekî nezelal e. Divê ew nasnameya xwe ya olî, îdeolojîk û neteweyî bi awayekî neteweyî bi serbestî derbibire û birêxistin bike. Divê ev yek di nav sînorên demokratîk de û bi awayekî ku yekparçeyiya dewletê biparêze, were kirin.

Divê welatî bi qasî ku nasnameya xwe ya neteweyî diyar dikin, di derbirîna ol, mezheb û ramanên xwe de jî azad bin. Heke tu nikarî ol an zimanê xwe li ser kesên din ferz bikî, divê tu neteweya xwe jî ferz nekî. Divê her kes bikaribe bi azadî, netewe û nasnameya xwe diyar bike.

Me diyar kiriye ku em dixwazin wek civakeke demokratîk bijîn û me ‘aştiyê’ xistiye pêşiyê. Civakeke demokratîk tê wateya ku mirov bikaribe nasnameya xwe ya civakî bi awayekî azad ava bike. Civak xwedî hêmanên çandî ye; saziyên wê yên tenduristiyê, perwerdehiyê û werzîşê, nexweşxane û saziyên aborî hene. Ger civak bikaribe van bi azadî ava bike, ew taybetmendiyeke demokratîk bi dest dixe. Dewleteke xurt ew e ku vê nermbûnê nîşan dide.

Yekbûna bi Komara Demokratîk re bi qasî damezrandina Komarê girîng e

Ev prensîbên sereke û modela rêxistinî ya yekbûna me ne. Li vir tiştek tune ku nîşana neteweperestiyê an bingehperestiya olî bide, tevî dewleta yekparçe jî. Em behsa sazî û avakirina civakeke demokratîk dikin. Bêguman, li vir cih ji tundûtûjiyê re nîne. Yekbûna bi Komara Demokratîk re bi qasî damezrandina Komarê girîng e. Em hemû karên xwe di ruhê Komara Demokratîk de pêk tînin. Yekbûna Kurdan dê bibe yek ji stûnên bingehîn ên Komarê. Ew ê biratiya ku du sed sal in serûbin bûye sererast bike û yasaya biratiyê saz bike. Ev yek avakirina sedsaleke nû ye, avakirina hezar salên nû ye.

 

Em vê yekê ji bo Sûriyê jî pêşniyar dikin

 

Ruhê yekbûna demokratîk di hebûn û sazûmanîbûna demokrasiya herêmî de diyar dibe. Em vê yekê ji bo Sûriyê jî pêşniyar dikin. Bi demokrasiya herêmî, mebesta min ev e: ew dikare bibe bajarek an gundek, û divê mafê wan hebe ku bi azadî xwe derbibirin û xwe bi xwe bi rê ve bibin. Mercên rêveberiya herêmî zelal in. Ez behsa dewletek an herêmeke cuda nakim. Guhertoyeke berfirehkirî ya Peymanameya Ewropî ya Xwe-Rêveberiya Herêmî ku li gorî rastiya me ya civakî be, dê ji bo vê yekê bingeheke xurt peyda bike.

 

Van pêşniyaran hebûn û mafên ne tenê yên Kurdan, lê her weha yên hemû gel û civakên olî yên din li herêmên wan ên têkildar li ber çavan digirin. Dîrok bi hiştina Kurdan li aliyekî nehatiye avakirin. Sûltan Sencer yekem kes bû ku Kurdistan îlan kir. Kanûnî got ku ew xwe pê ve girêdida. Divê em ji siyaseta ku li ser tirsa ji Kurdan ava bûye dûr bikevin, ji siyaseta ku li Kurdan wekî fobî, wekî çavkaniya tirsê dinêre, dûr bikevin.

 

Divê her tişt di bin navê ewlehiyê de neyê fetisandin

 

Pirsgirêka me xwedî aliyekî ewlehiyê ye, lê aliyekî wê yê siyasî yê hê berfirehtir jî heye. Ji ber ku em ê bikevin nav siyasetê. Çek û tundûtûjî hatine terikandin. Em ê siyaseteke demokratîk a mezin bi rê ve bibin. Civaka me bi qasî ku pêdiviya wê bi nan û avê heye, pêdiviya wê bi vê yekê jî heye. Divê her tişt di bin navê ewlehiyê de neyê fetisandin. Divê siyaseta ewlehiyê li ser siyasetê ava bibe, û siyaset jî divê li ser ewlehiyê ava bibe. Em ê bibin civakeke siyasî, civakeke siyasî ya demokratîk.

Der barê yekitiya Kurdan de, pêşniyara min Yekitiya Demokratîk e, hem di nav Kurdan bi xwe de û hem jî di şiklê têkiliyên di navbera Kurdên perçebûyî de. Ev ne dewleteke cuda ye, lê belê prensîbeke berfireh a rêveberiya demokratîk e.

Bi rêzdarî

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê.”