Hevya Sor a Kurd ji bo rawestandina êrîşan banga lezgîn kir
Hevya Sor a Kurd, banga lezgîn ji bo rawestandina êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê kir û ji bo tehliyekirina birîndaran û gihandina alîkariyan daxwaza vekirina korîdorên mirovî kir.
Navenda Nûçeyan- Heyva Sor a Kurd ji ber êrîş û komkujiyên ku çeteyên rêveberiya demkî li taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê kirine ku di encamê de gelek kes mirin û birîndar bûn, daxuyaniyek da.
Daxuyanî li ber avahiya Heyva Sor a Kurd a li bajarê Hesekê bi amadebûna endamên Heyva Sor a Kurd hat dayîn. Hevserokên Heyva Sor a Kurd a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hediye Abullah û Dilgeş Îsa daxuyanî xwendin.
‘Ev yek binpêkirina mafên mirovan û qanûnên navneteweyî ne’
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber hedefgirtina malên sivîlan û saziyên bingehîn ên xizmetguzariyê rewşa taxên ku zêdetirî 5 mehan e dorpêçkirî ne, kareset e, nemaze pêdiviyên bingehîn bi taybetî li nexweşxane û navendên tenduristiyê nemane.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku komên êrîşkar heya niha nahêlin tu komîn tendirustiyê ji bo rakirina birîndaran derbasî taxan bibin, êrîşên xwe didomînin û wiha hat gotin: "Ev yek binpêkirina mafên mirovan û qanûnên navneteweyî ye."
Heyva Sor a Kurd di dawiyê de bang li hemû aliyên navneteweyî û herêmî yên têkildar kir ku berpirsyariyên xwe yên exlaqî û mirovî bi cih bînin, ji bo rawestandina êrîşên li dijî sivîlan bikevin tevgerê, korîdorên mirovî yên bi ewle vekin. Her wiha ragihand ku ger korîdorên mirovî werin vekirin ew amade ye derbasî taxan bibin da ku birîndaran rakin û alîkariyên mirovî bigihîjînin.
Piştî xwendina daxuyaniyê, Hevya Sor a Kurd 15 kamyonên alîkariyê ber bi Helebê ve şandin.