Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê hatin binçavkirin
Di encama serdegirtinên malan ên li Wanê de Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê Veysî Dîlekçî û Gulşen Kurt jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Wan – Îro di danê sibehê de li Wanê polîsênd ewleta Tirk bi ser gelek malan de girtin. Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Wanê Veysî Dîlekçî û Gulşen Kurt jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Sedema binçavkirinê nehat zanîn û binçavkirî li emniyetê tên ragirtin.