Hevserokatî: Modelek e ku hêz û bandora civakî ya jinan zêde dike
Hevseroka Meclisa Qamişlo Hêvî Ehmed, tekez kir ku sîstema hevserokatiyê jinan hêzdar dike, beşdarbûna wan a çalak di pêvajoyên biryardanê de gengaz dike û wan di rewşek hevpariya rastîn a guhertina civakî de datîne.
ESMAA MUHMED
Qamişlo – Modela hevserokatiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê sepandin, beşdariya çalak a jinan di pêvajoyên biryardanê de xurt dike, hişmendiya baviksalar qels dike û hevkariyek hevseng di navbera jin û mêran de gengaz dike. Sepandina vê modelê hem li herêmê û hem jî li navneteweyî wekî ezmûnek bêhempa derdikeve pêş, jin û mêran di pêvajoyên karsazî û rêveberiyê de tîne cem hev.
Modela hevserokatiyê ji rolên îdarî wêdetir diçe, şiyana jinan a afirandin û bandorkirina li ser guhertina civakî destnîşan dike. Ev yek rolên jinan ên ku bi dehan salan hatine paşguhkirin ji nû ve dinirxîne, û gaveke girîng li dijî têgihîştina kevneşopî ya baviksalar temsîl dike. Bi piştgiriya beşdariya wekhev a jinan di gelek waran de, ji siyaset û dîplomasiyê bigire heya jiyana civakî, model bingehên modelek rêveberiya dadperwer û berfireh li herêmê xurt dike.
‘Jin hêmanek bingehîn e’
Hevseroka navçeyek Qamişloyê Hêvî Ehmed, pergala hevserokatiyê ji ajansa me re nirxand. Hêvî Ehmed diyar kir ku pergala hevserokatiyê ya hevbeş ne tenê çarçoveyek rêveberiyê ye, her wiha vîzyonek stratejîk a berfireh e ku armanc dike jinan bihêz bike û beşdariya wan di pêvajoyên biryargirtinê de zêde bike. Hêvî Ehmed, destnîşan kir jinên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di avakirina welat de hêmanek bingehîn in û dikarin erkên him giştî û him jî yên taybet bicîh bînin, jêhatîyên xwe pêşve bibin û pirsgirêkên xwe bêyî mudaxeleya aliyekî sêyemîn çareser bikin.
‘Xwe disperê bingeha hevkariyek rasteqîn û ahengek tevahî’
Hêvî Ehmed, da zanîn ku têgeha hevserokatiyê mîna yek ji stûnên bingehîn ên pergala rêveberiya xweser tê dîtin û wiha axivî: “Ne tenê mekanîzmayek an jî prosedurek îdarî ye, her wiha modelek yekgirtî û bêhempa ye ku mêr û jinan di pêvajoyên rêveberiya karsaziyê û biryargirtinê de yek dike û xwe disperê bingeha hevkariyek rasteqîn û ahengek tevahî di hemû warên siyasî, civakî, rêveberî, dîplomatîk û leşkerî de. Ev di her gavê pêvajoya biryargirtinê de beşdariyek mîsoger dike.”
‘Çandek nû ya li ser bingeha hevkariyê’
Hêvî Ehmed, diyar kir ku ev model ji bo beşdarbûna jinê ya di hemû qadên jiyana civakî de vîzyonek pêşverû nîşan dide, dihêle ku jin rola xwe ya xwezayî li kêleka mêran bicîh bînin, ji bo pêkanîna edalet û wekheviya zayendî tevkariyê dikin û feraseta kevneşopî ya vederkirina jinan ji holê radikin. Hêvî Ehmed, got ku "Hevserokatî ne tenê pozîsyonek du kesan e, çandek nû ya li ser bingeha hevkariyê û têgihîştinê şênber dike û belavkirinek biedalet a berpirsyariyan mîsoger dike. Ev yek di rêveberiya saziyan û xurtkirina aramiya civakî de tecrûbeyek bi bandor û bêhempa derxist holê."
‘Pergala hevserokatiya wekhev gavek bingehîn e’
Hêvî Ehmed, da zanîn ev model ji bo rastkirina pêvajoyek dîrokî ku demekî dirêj rê li ber paşguhkirina jêhatibûnên jinan û dûrxistina wan ji mekanîzmayên biryargirtinê ya bi biryarên yekalî vekiriye, derketiye holê û wiha domand: “Jinan di dîrokê de tenê di qada malbat û taybet de rol dilîstin û civakê jî nikarîbû jêhatî û şiyanên wan ên piralî yên rast ferq bike. Ev yek bû sedema windakirina gelek enerjî û tecrûbeya ku dikaribû tevkarî ji civakê re bike. Hevserokatiya wekhev, ne tenê tedbîrek fermî ye, gavek bingehîn ku hevkariya rasteqîn di navbera mêr û jinan de xurt dike ye jî. Vê pergalê, derfet da jinan ku xwe mîna kirdeyek bi bandor di girtina biryarên girîng de di asta rêveberiyê û civakê de îspat bikin. Jinan di avakirina polîtîkayên giştî, rêveberiya dosyayên tevlihev û xurtkirina edalet û hevsengiyê ya saziyan de rolek lîstin. Beşdarbûna wan êdî sembolîk an jî sînordar nîne, veguherî perçeyek girîng a avahiya rêveberiya nûjen û veguherîna civakî."
‘Jin rolên girîng dilîzin’
Hêvî Ehmed, diyar kir ku jinên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di qadên cûda yên jiyanê de xwedî hebûnek xurt û berbiçav in û rolên wan di saziyên herêmî de tenê bi erkên sivîl an îdarî sînordar nîne, di heman demê de qadên mîna eniyên şer, siyaset, dîplomasî, perwerde, rêxistin û hevrêziya civakî jî rol dilîzin. Hêvî Ehmed, axaftina xwe wiha domand: “Jinan di şert û mercên krîtîk de rolên girîng lîstin. Jin, li Kobanê û cihên din ên herêmê bi qehremanî têkoşiyan, fedakarî û wêrekiyek mezin nîşan dan. Ev yek jinan kir yek ji astengkerên herî bibandor ên li dijî rêxistinên terorê û ji bo avakirina ewlehî û aramiyê tevkariyek mezin dan. Ev tecrûbeya piralî nîşanî cîhanê da ku jin di civakê de ne hêmanek duyemîn an jî temamker in, hevkarê guhertina rastîn in û dikarin pêşeroja herêmê bi îradeyek xurt û vîzyonek zelal şêwe bikin. Ev yek, kapasîteya lîdertiyê ya jinan û tevkariya jinê ya bibandor a civakê xurt kir.”
‘Jin di pergala rêveberiya xweser de rolên dualî û bêhempa hildigre’
Hêvî Ehmed, destnîşan kir ku jin di pergala rêveberiya xweser de rolên dualî û bêhempa hildigre û wiha axivî: "Erkên wan ên giştî erkên îdarî û rêxistinî, karê saziyan û xebata meclîsê dihewîne û di heman demê de erkên wan ên taybet jî rêxistinkirina jinan, hişyarkirina jinan, pêşxistina jêhatiyên wan û çareserkirina pirsgirêkên xwe ye. Ev pêvajo li ser baweriya hevbeş a di navbera jinan de ye û pêdivî mudaxeleya aliyê seyemîn nîne. Jêhatibûna jinê ya birêvebirina gelek karan û hevsengkirina berpirsyariyên tevlihev bi awayekî rast wê dike hêmanek girîng a ji bo serkeftina her sazî an jî civakê. Jin xwedî esnekbûna hilgirtina bar û zanîn û jêhatibûna dayîna biryarên rast e.”
‘Bihêzkirina jinan ne luksek e’
Hêvî Ehmed, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku jin kevirê bingehîn ên civakê ne û wiha pê de çû: “Jin nîvê civakê mezin dikin û li gorî xwezeya xwe dikarin pir karan bi hev re bikin. Ev yek jinê di rêvebirina civakê û di girtina biryarên krîtîk de dike hêmanek girîng. Bihêzkirina jinê ne luks an jî daxwazek alî ye, ji bo avakirina pêşerojek hevseng pêdiviyek civakî ye. Divê hemû jin potansiyela xwe kifş bikin, hişmendiya xwe zêde bikin, jêhatiyên xwe pêşve bibin û xwebaweriya xwe xurt bikin. Divê jin bi azadî bifikirin, bi îrade û biryardar be, bikare biryarên rast bide û bêwestan ji bo wekheviya di hemû warên siyasî, civakî, çandî û aborî de bixebite.”
‘Welat bi jinan tê avakirin’
Hêvî Ehmed, da zanîn ku hevserokatî di aliyê hişyarkirina gel, belavkirina çandek edalet û wekheviyê û destûr dayîna ku her ferdek di avakirina welatê xwe de rola xwe ya rasteqîn bicîh bîne, mifteyek e. Hêvî Ehmed, diyar kir ku pergala hevserokatiyê di asta herêmî û navneteweyî de mînakek pêşketî ye, îspat kiriye ku hevkariya hevseng di navbera mêr û jinan de ne tenê ramanek an jî dirûşmeyek teorîk e, tecrûbeyek rast ku xwedî kapasîteya afirandina civatek serketî û ahengdar e jî.
Hevî Ehmed, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Jin ne tenê hêmanek piştgirî ne, hêzek xwezayî ku dema azad û bihêz bibin dikarin ya ne gengaz bi dest bixin e. Jin bi hişmendî, îrade û wêrekiya xwe re avasaza rasteqîn ên guhertina civakî ye û dikare civakê ji nû ve şêwe bike, zehmetiyan veguherîne derfetan û pêşerojek geştir, adilane û aramtir ava bike. Hebûna rasteqîn a jinan dema dikeve ferqa hêza xwe, temam dibe û di mirovahiyê û pêşkeftina neteweyî de dibe hêmanek jêneveger.”