Hevseroka YRA’yê: Çapemeniya jinê li Kurdistanê bû xalek werçerxê
Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) Evîn Ibrahîm da zanîn ku çapemeniya jinê di ragihandina serhildan, şoreşê de rolek sereke lîstin û çapemeniyê kirin amûra çaserseriya pirsgirêkên kûr yên civakî.
SORGUL ŞÊXO
Qamişlo – Çapemeniya jinê bû deng û zimanê têkoşîna jinê, gelê Kurdistanê û rolek aktîv lîst û heta niha bi wê mîsyonê radibe û hewl dide di asta çapemeniyê de jî bighêje asta pêkanîna şoreşê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku heta niha 31 rojnamevan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama şopandina şerê li dijî DAIŞ’ê û êrîşên dagirkeriya Tirk de, şehîd bûne. 7 ji wan rojnamevanên jin bûn.
Têkildarê vê mijarê Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) û Endama Meclîsa Yekîtiya Ragihandina Jinê (YRJ) Evîn Ibrahîm bersiv da pirsên me.
*Li dijî reşkirin û guherîna dîrokî û polîtîkayên qirkirinê yên li Kurdistanê, jin di nav dilê têkoşînê de ne. Di vir de rojnamevanên jin çawa dikarîbû çapemeniyê bikin amûrê veguhestina êş û azarên gel û dîroka welatê xwe?
Ger em behsa reşkirina dîrokî, guhertinên li Kurdistanê û qirkirina li dijî gelan bikin, pêwîste em rola çapemeniya jin ya ne bi zanebûn bibîr bixin. Beriya derketina tevgera azadiyê hejmara jinên di çapemeniyê de cih girtibûn, kêm bûn. Lê dayîkên Kurd di astekî bilind de bal kişandin ser qirkirina li dijî gelê Kurd, dîroka Kurdan a li Kurdistanê û serhildanên Kurdan li dijî mêtingerî û desthilatdariya li ser Kurdistanê. Ev bi riya dengbêjî, çîrok, kilam û çîrokên ku dayîkan ji zarokên xwe re digotin bû. Dema ku mirov li dengbêjiyên berê guhdar dike, dibîne ku rola çapemeniyê diviyabû bilîze, dayîkan lîst.
‘Bi Gurbetellî Ersoz re pêngavek nû di qada çapemeniya jinê de destpê kir’
Di derketina yekem rojnameya Kurdî (Kurdistan) de jinan di asta ku dihat xwestin de rol nelîst. Lê em ji bîr nekin ku di derketina Tevgera Azadiyê de yekem rojnamevana ku bi awayekî pispor çapemenî birêve bir, Gurbetellî Ersoz bû. Bi Gurbetellî Ersoz re pêngavek nû di qada çapemeniya jinê li Kurdistanê destpê kir, çawa jin bikaribe bi nêrîna xwe pirsgirêkên civakê û jinan analîz bike, binvîse û wiha pêşkêş bike. Sal bi sal ji bo me salên nûjenbûnê û pêşketina qadên me yên çapemeniyê bûn.
‘Şoreşa Rojava bû xaleke werçerxê ji bo qada çapemeniyê’
Li Rojavayê Kurdistanê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî rojnamegerî veşartî dihat kirin, eşkere nebû. Jinên bi nasname, ziman û çanda xwe di dema rejîma Baasê de rojnamevanî kiriba, nebûn. Ji ber wê ye ku rojnamevanên Kurd yên ku veşartî xebatên xwe dikirin, her veşartî diman û ger bihata eşkerekirin bê guman wê cezayên giran lê bihata birîn. Ji ber qada çapemeniyê qada nûjeniyê bû û hele ku jin wê birêve biriba. Şoreşa Rojava bû xaleke werçerxê ji bo qada çapemeniyê. Jinan beşa rojnamegeriyê nexwendibûn û li gorî pêwîstiya şoreşê daketina jinan di qada ragihandinê de, helbet zehmetiyên wê zêdetir bûn. Rojnamevanên jin îro rola dayîkên Kurd yên berê bi riya dengbêjî û çîrokan dîroka gelê Kurd parastin, girt ser xwe, berdewam û nûjen kir.
Di civakê de ronahî avêtin ser zehmetiyên jinan û bal kişandin ser dozên girîng di şoreşa ku jinan lidar xistiye de. Derketina jinekê ser ekranê an jî pêşberî kamereyê û qalkirina wê ji tundiya li ser wê tê meşandin re, ne hêsan bû. Gavên ku jinan bi 14 salên şoreşê re avêtin, têkoşîna ku raber kirine û rojnamevanên jin yên ku bûn deng, guh û zimanê jinan nabe ku neyê gotin. Derketina zagonên jin û malbatê ji bandora çapemeniya jin jî tê. Bal kişandina ser qirkirin, pirsgirêk û dozên jinan, hêzek da jinan, ku bizanibin guhek heye li wan guhdar bike, zimanek heye wan bêje û destek heye rastiyê binvîse.
*Jinên rojnamevan çawa rola xwe di çapemeniya herêmî û cîhanî di veguhestina dozên jinan û welatparêziyê de lîstin?
Rojnamevanên ku şoreşa jinê kêlî bi kêlî pêvajoya înşayê û pergala wê dişopandin, bersiva pirs û pirsnîşanên di mejiyê jinên li welatên din dijîn de çêdibû, dan. Çapemeniya jinê rolek wiha lîst ku herkesî ber bi şoreşa jinê ve kaş kir. Hatin û şehadeta jinên Enternasyonal beşek ji bandora çapemeniya jinê ya ku bi nûçe û bernameyên xwe ava kirin û serkeftinên YPJ’ê dişopandin, bûn. Çapemeniyê rê nîşan da, bû pireyek di navbera jinên Kurdistan û cîhanê de û têkilî ava kirin. Di dema ku li welatên şer lê hebûn nûçegîhanên mêr hebûn, li Rojava jinên rojnamevan bi wêrekî şer dişopandin û hebûna jinan di vê qadê de hîn balkêştir bû. Ger heta niha jin ber bi qada şoreşê ve diherikin û lêgerînê wan bo naskirina pergala jinê di nav şoreşê de zêde dibin, ev keda çapemeniya azad û çapemeniya jinê ye.
*Çapemeniya jinê di çareserkirina pirsgirêk û dozên jinan de çiqas rol lîstin û gelo dikarîbû bibe çavkaniya çareseriyê, kurt û kêmasiyên çapemeniya jinê çi ne û di kûr de pêwîstî bi lêvegerekê heye?
Em çend sal vegerin paş, di dema rejîma Baasê de Yekîtiya Jinan hebû ku diviyabû pirsgirêkên jinan analîz bike û çareseriyê jê re bibîne. Lê yekîtî bi rola jê dihat xwestin ranedibû. Li hember bêroliya yekîtiyê jinên Sûrî, jinên Kurd, Ereb û Aşûrî jî rastî qirkirin û tundiyê dihatin. Lê şoreşê guherînek bingehîn nebe jî guhertinek çêkir, sazî, dezgehên jinan, zagona malbatê derxistin û êdî li pirsgirêkên jinan guhdar dikin û dozên wan çareser dikin. Dozên zewaca temen biçûk, pir jinî û bûyerên qetilkirina jinan an jî jinên dawî li jiyana xwe dianîn zêde bûn, lê sûcdar bê ceza azad bûn. Li keçên nedikarîn xwendina xwe ji asta seretayî derbas bikin, normal lê dihatin nêrîn.
‘Rêxistinbûna me di nav çapemeniya giştî de jî pêwîstiyek bû’
Di çareserkirina dozên jinan de rojnamevanên jin bi pênûs, deng û kamereyên xwe rolek aktîv lîstin. Rêxistinbûna me di nav çapemeniya giştî de jî pêwîstiyek bû. Di sala 2014’an de xeta weşana jinê destpê kir. Aliyek şoreş radighand û aliyê din jî di nav lêgerîna çareseriyên dozên jinan de bûn. Rola perwerdekirina civakê û mêran li ser rêzdayina jinan û naskirina mafên wê, erkek me yê sereke ye. Em dikarin guhertina ji destpêka şoreşê û îro erênî binirxînin û cûdabûna wê bibînin. Di warê têgînên ku bandor li hebûn û nasmaeya jinan dikir jî guhertinek diyarker herçiqasî ne têrker be jî çêbû.
Di xebatên xwe yên rêxistinî de em li ser mijara tundiyê ku çawa bikaribin dawî lê bînin, radiwestin. Lêgerînên me derbarê naskirina civakê, ji mafên jinan û zagona malbatê re didomin. Her tundiyek li jinek bibe, cezayên wê di zagonên mafê malbatê de çi ne, pêwîst e êdî bal li ser wê were kişandin. Heman demê jinên rojnamevan yên ku rastî tundiyê werin jî zagonên wê biparêzin hene, pêwîstî bi naskirina vê jî heye. Pêwîstî heye ku têgihîştina jinan a zagonî çêbibe ku çawa mafê xwe biparêze û pirsgirêkên xwe bi zagonî çareser bikin.
Ji ber êrîşên berdewam li ser qada şoreşê, xwepêşxistina jinan di qada çapemeniyê de kêm ma. Li gorî pêşketinên dinyayê ragihandina me pêwîst e çawa bipêş bikeve û kur de rol bilîze, di wir de sînordarbûnek jî hebû. Lê bi giştî hewldanên li gorî pêşketina dinyayê û teknolojiyê em çawa çapemeniya xwe bihêz bikin, didomin.
*Ji bo rojnamevanên ku perçeyek girîng ji vê şoreşê bûn di encama êrîşên DAIŞ’ê û dagirkeriya Tirk de gihîştin asta şehadetê, YRA û YRJ’ê çi kir û çi dike?
Ji bo hevkarên me yên rojnamevan ku herî dawî Cîhan Bîlgîn jî gihîşt asta şehadetê Yekîtiya Ragihandina Azad û Yekîtiya Ragihandina Jinê ji bo gihandina dozên wan li ser asta cîhanî, di nav lêgerînê de ne. Dosyayên wan hatin amadekirin û ji bo saziyên pêwendîdar hatin şandin, lê bersivdayîna van dozan jî girêdayî rewşa siyasî ye. Ji lewra heta niha dozên rojnamevanên hatine qetilkirin nehatine vekirin û çareserkirin. Lê Rojava xwedî li hevkarên xwe derketin û bi çûyîna her rojnamevanekê re bi dehan rojnamevan çêbûn, pênûs û kamereya wê hilgirtin. Em bi rihê hevkarên xwe yên ji nav me fîzîkî bar kirin hewl didin hîn bêtir şoreşa xwe bi cîhanê bidin nasîn.
Lê ji bo ku em dozên hevkarên xwe bi raya giştî û cîhanê re parve bikin, sûcdar cezayên xwe bibînin, em di nav lêgerîn û hewldanan de ne. Komîteya Şopandina Rastiyê ji hiqûqnas, Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê, Yekîtiya Ragihandina Azad û Yekîtiya Ragihandina Jin û hin rojnamevanên serbixwe hatiye avakirin. Erkê komîteyê, şopandina rewşa rojnamevanên tên qetilkirin û birîndar dibin, çawa dosyeyên wan amade bikin û bi dadgehan re parve bikin. Ji bo Cîhan Bîlgîn, Nazim Daştan û Egîd Roj jî dosyayên wan hatin amadekirin û ji saziyên pêwendîdar re hatine şandin. Ji bo gihîştina serkeftinê û xeyalên hevrêyên xwe pêwîst e em dengê xwe kêm nekin, pênûsa xwe ranewestînin û kamareya xwe negirin.