Jinên Kurd mînaka hemşîretiya civak û malbatê ne

12’ê Gulanê li cîhanê weke Roja Hemşîreyan a Navneteweyî tê pîrozkirin. Jinên Kurd di wî warî de li pêş in, hem di nava malbatê hem jî civakê de xwedî rol in. Bi taybetî di demên şer de weke artêşeke nexuyayî di warê dermankirinê de têdikoşin.

LAVA KURDE

Navenda Nûçeyan – 12’ê Gulanê li tevahiya cîhanê weke Roja Hemşîreyan a Navneteweyî (IND) tê pîrozkirin.

Ev roj ji bo ku rojbûna sazkara hemşîretiya nûjen Florence Nightingale were bibîranîn tê lidarxistin. Ev roj ji aliyê Konseya Hemşîreyên Navneteweyî ve tê organîzekirin û ji bo xebata ku hemşîre ji civakê re dikin rêz tê nîşandan. Mijara sala 2026’an jî balê dikşîne ser rola mezin a ku hemşîre di rizgarkirina jiyanê de dilîzin.

Tevî ku hemşîretî pîşeyeke piralî ye jî; kevneşopiyên dîrokî, bendewariyên civakê yên ji bo xizmetê û zêdebûna zekaya hestiyar zêdetir bi jinan tê binavkirin. Van taybetmendiyan ji bo xizmeta nexweşan girîng tên dîtin.

Jin û dayîkên Kurd parêzvan û şîfakarên malbatê ne

Jinên Kurd di tevahiya dîrokê de rolên girîng lîstine; xwedîtî kirine, çand parastin e û bûne stûnên civakê. Bi taybetî di demên bi krîz de rola “hemşîretiya malbat û civakê” girtine ser xwe.

Di warê parastina çand, ziman û kevneşopiyan de rolên girîng lîstine. Di jiyana rojane de bi awayê çalak di warê perwerde, tendirustî, siyaset û hiqûqê de xebitîne; ji bo wekheviya zayenda civakî û serxwebûnê têkoşiyane, ji rola kevneşopiyan derbas bûne, bûne aktorên guherînan.

Perwerde: Rola dayîkên Kurd di warê xwedîkirin û perwerdeyê de xwedî kokên kûr e. Jin di warê tendirustiya malbatê û lênêrîna dayîk û pitikê piştî zayînê xwedî rêveberiya kevneşopî ne.

Aliyên bingehîn ên vê kevneşopiyê

Di civaka Kurd de jin di xwedîkirina zarok û malbatê de xwedî rolên sereke ne. Jixwe hemşîretî bi xwezayî li vê rolê tê. Piştî zayînê 40 rojan xizmet ji dayîkê re tê kirin, ji bo başbûnê destek tê dayîn.

Desteka di dema zayînê de: Dayîkên Kurd di pêvajoya zayînê de zêdetir xwe dispêrin endamên malbatê, xwişkên xwe û di warê desteka hestiyarî de bawerî bi wan tînin.

Têgehên çandî: Di Kurdî de têgeha “dayê” ji aliyê dîrokî ve bi rola dayîkê ya xwedîkirin û gihîştandinê re girêdayî ye; peywirên weke mijandinê jî di nava xwe de dihewîne.

Xwedîkirin: Her çendî di warê kevneşopî de xwedîkirin baş be jî; bi pergala tendirustiyê ya nûjen re, ebeyên ku perwerde dîtine û hemşîre jî di vê pêvajoyê de cihê xwe digrin, di navbera pêkanînên kevneşopî nêzikahiyên tibî de pirek ava dikin.

Jinên di nava YPJ’ê de: Hem şervan hem jî xebatkarên tendirustiyê ne

Jinên Kurd di pêvajoyên cuda yên xebatê û di şeran de rolên girîng gitine ser xwe. Bi taybetî di pêvajoyên bê îstîqrar ên li herêmê de hem hemşîretî kirine hem jî weke personelên tendirustiyê peywir girtine.

Di salên dawî de di şerê li dijî DAIŞ’ê de, di nava YPJ’ê de ne tenê weke şervan, di heman demê de weke kesên ku xizmetê ji bo tendirustiyê kirine cihê xwe girtine. Gelek jinên Kurd, ji bo di xetên eniyên şer de xizmetên tibî bikin perwerde dîtine.

Jinên Kurd gelek caran, du rolan digrin ser xwe. Hem şervan in hem jî weke personelên tendirustiyê peywir digrin. Di yekîneyên parastina jinan de perwerdeya alîkariya yekem û perwerdeya bingehîn a tendirustiyê digrin, destekê didin yekîneyên xwe. Jinên ku di mercên bi sînor û bi xeter de dixebitin, girêdana xwe ya di warê parastin û tendirustiya civakê de nîşan didin.