Hevseroka OHD a Amedê Zeyneb Karayilan: Ji bo aştiyê guherînên zagonî pêwist e
Hevseroka OHD’a Amedê Zeyneb Karayilan, li ser pêvajoyê û merasîma şewitandina çekan a PKK’ê nirxandin kir û got: “Ji bo avakirina civaka demokratîk û aştiya mayînde divê hemû guherînên hiqûqî werin kirin.”

ARJÎN DÎLEK ONCEL
Amed – Li ser banga bi dîmen ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 9’ê Tîrmehê de; komeke gerîlayên PKK’ê 11’ê Tîrmehê li bejahiya bajarê Silêmanî yê Herêma Federal a Kurdistanê bi merasîmek çekên xwe şewitandin.
Piştî marasîma îmhakirina çekan, çav li rê bûn ku serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, li ser pêvajoyê daxuyaniyek bide. 12’ê Tîrmehê Tayyîp Erdogan tevlî 32’yemîn kampa nirxandin û îstîşareyê ya li Kizilcahamama Enqereyê bû, diyar kir ku dê li meclisê komîsyon were avakirin û got: "Em li ser pêdiviyên zagonî yên pêvajoyê li meclisê biaxivin."
Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê ya Amedê Zeyneb Karayilan, pêvajoya ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir nirxand û behsa guherînên zagonî yên di vê di vê pêvajoyê de kir. Zeyneb Karayilan, diyar kir ku piştî merasîma şewitandina çekan a PKK’ê divê demildest ji bo guherînên zagonî, bingeha hiqûqî were amadekirin.
‘Abdullah Ocalan berpirsyariyeke mezin girt’
Zeyneb Karayilan bel kişand ser bandorên ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de kir çêbûne û wiha got: “Piştî bangê PKK’ê 1’ê Adarê agirbesta yekalî îlan kir. Di rojên 5-7’ê Gulanê de jî di kongreya ku hat lidarxistin de, biryara feshkirin û bidawîbûna têkoşîna çekdarî hat girtin û herî dawî jî bangeke dîrokî hat kirin. 11’ê Tîrmehê bi merasîmek çek hatin şewitandin. Xuya bi van tiştên çêbûn em ê bikevin pêvajoyeke pir krîtîk. Divê êdî ji aliyê dewletê ve gav werin avêtin. Di pêvajoyên wiha de divê gavên beramberî hev werin avêtin. Birêz Ocalan berpirsyariyeke pir cidî girt ser xwe, partiya wê jî beramberî vê berpirsyariya wê bi awayî semîmî bersiv da. Divê ji niha û pê ve dewlet semîmiyeta xwe nîşan bide.”
‘Dîmen asta tecerîda li Îmraliyê nîşan da’
Zeyneb Karayilan li ser dîmenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a piştî 26 salan bi gotinên; “Di rastiyê de vê dîmenê bi xwe jî nîşan dide ku pergala tecrîda li Îmraliyê çendî mezin e” şîrove kir û diyar kir ku hem banga hatiye kirin hem jî berdana çekan ne tenê ji bo Kurdan dê dîroka gelên Tirkiyeyê jî biguherîne.
‘Divê guherînîn hiqûqî werin kirin’
Zeyneb Karayilan wiha axivî: “Abdullah Ocalan di banga xwe de hem ji bo partiya xwe, hem gelê xwe hem jî dewletê nirxandinên girîng dike. Abdullah Ocalan diyar dike ku divê têkşîna çekdarî cihê xwe ji siyaseta demokratîk re bihêle. Di metnê de jî bi awayekî pir vekirî hatiye diyarkirin ku divê nîqaş êdî bi dawî bibin siyaseta demokratîk û avakirina civaka demokratîk bikeve rojevê. Bêguman bêdengiya çekan, îmhakirina wan bi sere xwe çareseriyê nayne, ji bo avakirina civaka demokratîk û aştiya mayînde.”
‘Divê biryara mafê hêviyê were bicihanîn’
Zeyneb Karayilan bal kişand ku Abdullah Ocalan 26 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye, tevî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê Avrupayê jî “mafê hêviyê” nayê bicihanîn. Zeynepb Karayilan wiha domand: “DMME’yê di sala 2014’an de, bêyî ku birêz Abdullah Ocalan xwedî mafê tehliyeya bi şert be, birandina cezayê muebeta girankirî ango pêkneanîna ‘mafê hêviyê’ dijberî peymanê dîtibû. Dadgehê di vî xalê de ji Tirkiyeyê xwestibû guherînan çêbike lê çawa ku Tirkiye 11 sal in biryara DMME’yê bi cih nayne, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî 10 salan tu gav neavêt. Di encama serlêdana rêxistinên maf û hiqûqê de, neçar ma mijarê bigre rojeva xwe û ji Tirkiyeyê xwest heta meha Îlona 2025’an guheranînan çêbike. Tirkiyeyê di plana çalakiyê ya ji komîteyê re ragihand ku ew ê di ware ‘mafê hêviyê’ de guherîna mewzûatê neke. Di vê mijarê de her çendî bibêje ku di ware azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de daxwazek tune ye jî; em weke hiqûqnas divê vê yekê bînin ziman. Pêşî tişta divê ku were kirin ew ku biryara mafê hêviyê yê DMME’yê der barê birêz Ocalan de daye û 10 sal in nayê pêkanîn, were bicihanîn. Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd girîng e û di vê pêvajoya girîng de divê ji bo rola xwe bilîze pêşiya wî were vekirin.”
Zeyneb Karayilan bal kişand ku divê guherînên zagonî demildest werin kirin û got: “Cihê guherînên zagonê meclis e. Weke ku di bange de jî bi awayekî zelal hat diyarkirin divê komîsyon bi lezgînî dest I xebatan bike. Bêyî ku navber bikevê divê bersiv ji daxwazên gelê Kurd re were dayîn û xebatên ji bo avakirina civaka demokratîk werin destpêkirin.”
Guherînên zagonî yên divê werin kirin
Zeyneb Karayilan bal kişand ser guherînên zagonî yên divê werin kirin û wiha domand: “Ji bo ku gerîla çekan berde û entegreyî siyaseta demokratîk bibe, guherînên zagonî şert in. Ji bo endamên partiya xwe fesh kiriye, çekan berdin û li ser bingeha siyaseta demokratîk xebatan bimeşînin divê guherînên makezagonî çêbibin. Divê Zagona Têkoşîna bi Terorê re were guhertin û guherînên din ên zagonî çêbibin. Di vê merheleyê de xuya ye ku bêyî guherînê ne pêkan e kadroyên çekan danîne vegerin. Gavên hiqîqî û siyasî yên werin avêtin dê ji bo serkeftina pêvajoyê pêşî vekin. Bêguman divê destpêkê bingeh ava bibe û bi hezaran girtiyên li Tirkiye û Kurdistanê werin berdan.”
‘Weke OHD’ê em amade ne berpirsyariyan bigrin’
Zeynep Karayilan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Guhertina zagonan bi qasî ku peywira parlamentoyê ye, berpirsariya partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û ya komeleyan e jî. Ji niha û pê ve divê ev bang were mezinkirin, em di nava têkoşîna kolektîf û seferberiyê de bin. Weke OHD çawa ku di serdema berê de tecrîd rojeva me ya esasî bûye, ji niha û pê ve jî mafê hêviyê, berdana girtiyên nexweş, guherînên zagonî û hiqûqa nivîskî ya demokratîk dê rojeva me ya esasî be. Ji bo em dest bi xebatên nû bikin, em amadekariyan dikin. Di pêvajoya avakirina civaka demokratîk de çi bikeve ser me em amade ne bikin.”