Hêvîn Reşîd: Gelê Efrînê bi berxwedana xwe dîrok nivîsand

Endama Meclisa PYD'ê ya Efrîn-Şehbayê Hêvîn Reşîd, diyar kir dewleta Tirk û komên çeteyên girêdayî wî 6 sal in li Efrinê êrişên xwe yên hovanê didomînin û wiha got: "Tevî hemû êrîşan jî gelê Efrînê li dijî êrîşên dewleta Tirk xwedî helwest û biryar in.”

HESNA MIHEMED

Şehba- Dewleta Tirk piştî berxwedana gelê Efrînê ango Berxwedana Serdemê ya 58 rojan domiya herêma Efrînê di 18'ê Adara 2018'an de dagir kir. Armanc û hedefên dewleta Tirk bi dagirkirina Efrînê ew bû ku dîrok û nasnameya herêmê bide guhertin û herêmek li gorî siyaset û berjewendiyên xwe ava bike û her wiha gelê Kurd tune bike. Bi nêzbûna salvegera 6’emîn a dagirkirina herêma Efrînê, Endama Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk PYD'ê ya Efrîn-Şehbayê Hêvîn Reşîd ji ajansa me re axivî.

'Armanca dewleta Tirk pişaftina nasnameya Kurdan e'

Hêvîn Reşîd, di destpêka gotinên xwe de behsa armanca dagirkirina herêma Efrînê ya dewleta Tirk kir û wiha got: "Armanca dewleta Tirk bi êrîşên ser Efrînê û dagirkirina wê ew bû ku Efrînê bike bajarekî Tirkan û nasnameya Kurdan li wê deverê bide pişaftin. Di heman demê li Sûriyeyê Efrîn xwedî cihekî stratejîk e, lewra dewleta Tirk xwest wê derê dagir bike û li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne. Beriya ku Efrînê dagir bike bi riya êrîşên xwe Efrînê hedef girt. Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta Tirk êrîşên xwe bi awayekî fermî anî ser Efrînê. Efrîn xwedî dîrokek gelek kevnar e ku vedigere bi hezaran salan û bi gelê xwe yê Kurd tê nasîn. Di aloziya Sûriyeyê de Efrîn deriyên xwe ji koçberên herêmên din re vekir û di nava xwe de bi cih kir. Efrîn bi aştî û ewlehiyê di nava Sûriyeyê de dihat pênasekirin, lewra dewleta Tirk Efrînê dagir kir û jiyana herêmê wêran kir. Êrîş û hovîtiya ku li ser Efrînê hatibû kirin tu carî di dîrokê de nehatibû jiyîn."

'Bi berxwedana xwe dîrok nivîsandin'

Hêvîn Reşîd, bal kişand li ser berxwedan û têkoşîna gelê Efrînê ya li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û wiha got: "Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker gelê Efrînê xwedî helwest û biryar bûn, 58 rojan tijî berxwedanî, qehremanî, lehengî û têkoşîn li dijî dagirkeriyê berxwedana xwe domandin. Ji kêliyên destpêkê yên êrîşan heya kêliya derketina ji Efrînê gel li ser piyan û di nava berxwedanê de bû. Bi ruhê berxwedanê dîrok bi destên xwe nivîsandin. Tu carî gav paşve neavêtin her dem li pêş bûn û xwedî li welatê xwe derketin. Ruxmî şer û êrîşên ku dihatin kirin gel bi serbilindî pakrewanên xwe oxir dikirin û bi sed hezaran kes li derdora pakrewnên xwe dibûn xelekek ji agir. Her wiha bi dirûşmên xwe yên ku bê zarok dikarin bijîn lê bê ax nikarin bijîn, xeta berxwedanê li dijî êrîşan bilind dikirin."

'Qonaxa duyem a Berxwedana Serdemê hat ragihandin'

Hêvîn Reşîd, diyar kir ku ji bo ewlehiya jiyana gel biryar hatiye girtin ku ji Efrînê derkevin û wiha axivî: "Ji ber êrîşên hovane yên dewleta Tirk û balafirên şer li ser asîmanê Efrînê tu carî ranewestiyan û gelê gund û navçeyan berê xwe dan navenda bajêr, di rojên dawî yên berxwedanê de Rêveberiya Xweser ji bo ewlehiya jiyana gel, biryara derketina ji Efrînê ragihand. Ger ev biryar nehatibûya girtin wê komkujiyek mezin li ser gelê Kurd bihata kirin. Herêma herî nêzî Efrînê Şehba bû, lewma gel berê xwe dan Şehbayê û di 18'ê Adara 2018'an de rêveberiya herêmê qonaxa duyem a Berxwedana Serdemê li Şehbayê ragihand. Weke Rêveberî, kampên koçberiyê ji gel re ava kir. Ji ber ku piranî malên Şehbayê wêrankirî ne û herêmeke biçûk têra gel nake, li Şehbayê hemû pêdivî û pêwîstiyên gel me bi cih anî û ji bo berdewamkirina berxwedana xwe heta vê kêliyê alîkarî ji wan re tê pêşkêşkirin."

'Li Efrînê siyaseta îmha û tunekirinê tê meşandin'

Hêvîn Reşîd, diyar kir ku beşek ji gelê Efrînê piştî dagirkeriyê li Efrînê û cih û warên xwe mane lê rojane rastî kiryarên dagirkeriyê tên û got: "Piştî Efrîn hat dagirkirin beşek ji kesên ku li cih û warên xwe man. 6 sal in kiryarên hovane ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wî li dijî wan tên kirin. Dîrok, nasname, hebûn, çand û xwezaya Efrînê tên talankirin û dizîn û destdirêjî li wan tê kirin. Her wiha li Efrînê siyaseta guhertina demografîk jî tê meşandin ku dixwazin bi vê yekê Efrînê ji Kurdîtiyê dûr bixin û herêmek li gorî berjewendî û kevneşopiyên xwe ava bikin. Di serî de kiryarên cur bi cur li ser mafên jinan li Efrînê tên kirin û jinên Efrînê tune dikin. Jiyana ku li Efrînê piştî dagirkeriyê tê jiyîn ne bi ewle û îstîqrar e."

'Pêwîstî bi avakirina komîteyek navneteweyî heye'

Hêvîn Reşîd, diyar kir pêwîstî bi avakirina komîteyek navneteweyî ya lêpirsînê heye ku rewş û jiyana herêma Efrîn ji nêz ve bişopîne û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Li hemberî kiryar û îşkenceyên ku li Efrînê tên kirin, divê komîteyek lêpirsînê yê navneteweyî bê avakirin ku rewş û jiyana gel li Efrîna dagirkirî û herêmên din ên dagirkirî bişopîne û rastiya dagirkeriyê ji raya giştî re eşkere bike. Di heman demê de divê rewşa koçberan li Şehbayê di nava êrîş û dorpêçê de bê şopandin. Li hemberî sûcên dewleta Tirk li Efrîn û Şehbayê qada navneteweyî xwe bêdeng dike. Bêdengiya wan jî tê wateya para wan di van sûcan de heye. Em koçberên Efrînê heta ku Efrîn ji dagirkeriyê neyê rizgarkirin, tu carî dev ji berxwedan û têkoşîna xwe ya li Şehbayê bernadin."