'Hevgirtina NADA li ser bingeha Civaka Demokratîk hat vekirin'
Endama Sekreteriya Hevgirtina NADA'yê Selwa Qîqa derbarê rûniştina yekem a roja dawî ya kongreyê de got ku "Koalîsyonek ji bo piştevanî û hevgirtina jinan hat avakirin û fikra xwe ji Civaka Demokratîk digre."

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ
Silêmanî – Di rûniştina yekem a roja dawî ya yekemîn kongreya NADA’yê de, raporek li ser xebata koalîsyonê ya piştî çar salan xebata bi jinan re ya li Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê, hat pêşkêşkirin. Di raporê de xebatên koalîsyonê yên di nav şert û mercên dijwar de hatin nirxandin. Tevî zehmetî û astengiyan jî Hevgirtinê hewl da ku bi awayên cûrbicûr ên têkoşîna aştiyane xwe bighîne hemû jinan.
Her wiha di rûniştinê de hat destnîşankirin ku Hevgirtin di gihîştina jinên li herêmên cûrbicûr de û şikandina astengiyên ku ji hêla pergala kapîtalîst a cîhanî ve hatine danîn de, bi ser ketiye. Blokek jinan a yekgirtî ava kiribû ku hemû netewe bêyî cudakarî û dûrxistinê li dora wê kom bûbûn. Tevî astengiyan jî Hevgirtin xebata xwe didomîne, li dijî zîhniyeta mêr û bavsalar radibe û dê wek dengê jinan bimîne.
'Hevgirtin li ser bingeha civaka demokratîk hat avakirin'
Endama Sekreteriya Hevgirtina NADA’yê Selwa Qîqa got ku koalîsyon ji têkoşîna jinên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Êzîdî û yên din çêbûye û li ser felsefeya civaka demokratîk a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve tê pêşniyarkirin hatiye avakirin. Koalîsyon berhema mezinbûna femînîst e ku di sala 2013'an de li Amedê piştî yekemîn kongreya jinan, li Rojhilata Navîn destpê kiriye. Ev kongre hewldanek ji bo berfirehkirina bingeha avakirina dezgeheke siyasî ya jinan a yekgirtî ya li dijî hemû şêweyên kedxwariya pergala bavsalar û wek forumek ji bo rexnedayîna jinan bû."
'Divê astengî bên rakirin'
Selwa Qîqa diyar kir ku ji sala 2013'an û vir ve, fikra avakirina toreke jinan û xurtkirina hevgirtinê bi gelek tor, rêxistin, sazî û avahiyan re hatiye pêşniyarkirin. Derketina holê ya Hevgirtinê di sala 2021'an de vîzyon û helwestên wê yên zelal li ser pirsgirêkên giştî û jinan nîşan dide. Ew dikaribûye karakter û nasnameya xwe li gelek welatan derxe holê. Gelek astengî hene ku divê bi analîzkirina wan a bi baldarî û pêşxistina bernameyek ji bo çareserkirina wan, bên derbaskirin."