Hevdîtina Pexşan Ezîzî ya bi parêzeran re hatiye asteng kirin
Hate zanîn ku rojnamavan Pexşan Ezîzî ku li girtîgeha Evînê tê girtin û rojên borî cezayê darvekirinê lê hatî birîn bi parêzerên xwe re hevdîtin nekiriye.
Navenda Nûçeyan- Parêzvana mafê jinan, pispora xizmeta civakê û rojnamevan Pexşan Ezîzî di 4’ê Tebaxa 2023’an de li bajarokê Harazî yê Tahrana Îranê piştî ku hate binçavkirin û 4 mehan dibin îşenceyê de ma, di 11’ê Kanûna 2023’an de hate girtin û neqlî qawîşa jinan ya hejmar 209 ya girtîgeha Evînê û di heman demê de weke navenda binçavkirina wezareta Îstixbaratê tê zanîn kirin. Di 23’ê Tîrmehê de ji aliyê 26’yemîn şaxa dadgeha Devrîm ya Tahranê ve cezayê darvekirinê li rojnamevan Pexşan Ezîzî hate birîn.
Bi îdeya ‘li dijî hikumeta Îslamê, dest bi serhildana bi çek kiriye û endama ku serokê wê ketiye nava komên serhildanê’ û ‘serîrakirinê’ cezayê darvekirinê lê hate birîn, beriya du hefteyan hevdîtina Pexşan Ezîzî bi malbat û parêzeran re hatî astengkirin, hate zanîn ku serlêdanên nû yên parêzeran nehatiye pejîrandin.
Xwîşka Pexşîn Ezîzî, Aso Ezîzî, der barê astengiya hevdîtinên parêzeran li ser hesabê platforma dijîtal ragihand. Aso Ezîzî bertek nîşanî vê astengiyê da û îfade kir ku xwîşka wê ev 3 hefteye mafê wê hevdîtina bi malbat û parêzeran re hatiye asteng kirin.