Bîr û Fermana 74’an – 2
Nesrîn Xalit a di dema Fermana 74’an de 10 salî bû tiştên jiyaye wiha vegot: “Em bi rojan li çiyayan man û ji tî û birçînan bêteqet man. Lê piştî çend rojan şervan bi me ve hatin, av û nan dan me û me parastin. Zarokên me û pîrên me hilgirtin pişta xwe..”
RONAHÎ ZERDEŞT
Şengal – Zarokatî dema herî xweş û taybet a jiyanê ye. Emrên bê berjewend, jiyana bêxem e, tenê ji aliyê başî ve dîtin û şîrovakirina jiyanê ye. Jiyan û xeyala bêsînor e.
Pênaseya zarokabûyînê herî xweş ji aliyê helbestvan Francis Thomson ve bi van hevokan tê ser ziman: “Tu dizanî bê ka zarokbûn tê çi wateyê? Tê wateya cudabûna ji mirovên îro. Ango xwedî derketina li giyanekî ku ji mucîzeyan çêbûye; tê wateya bawerkirina baweriya bi evîn û hezkirinê; tê wateya ku mirov bikaribe kundiran bike erebe, mişkan bike hesp, hezkirinê bike mezinahî, netiştekî kirina tiştekî, ji ber ku her zarok di hinava xwe de milyaketa xwe ya qenciyê hildigire; Zarokbûn ew e ku mirov bi kurtasî bijî û xwe weke qralê fezayê yê bêsînor bihesibîne.”
Lê pênaseya ku ji bo zarokatî tê kirin ji bo zarokên li ser van axan ne derbasdar e. Zarokên van axan di nav şer, qetlîam, tundî, êrîş û hwd. Têne dinê û mezin dibin. Li ser van axan bedenên zarokan bi hawanan tê parçekirin wekî Ceylan, li ser van axan bedenên zarokan li ser sînoran bi balafirên şer tê parçekirin wek Roboskî, li ser van axan bedenên bêcan a zarokan ji bo bêhn nekevê li sarincan tên ragirtin wekî Cemîle, li ser van axan bedenên teze yên zarokan di bin panzêrên dijmin de têne perçiqandin. Li ser van axan zarok di rêyên koçberiyê de, di nav fermanan de tên dinê û mezin dibin wekî zarokên êzidî. Li ser van axan lîstika esasî yên zarokan jiyîn e, li hember her cure êrîş, qetlîam, tundî, ferman û hwd. jiyîn e. Li ser van axan zarok ji bo lîstikan nagirîn, zarok ji ber birînên ku di bedenên wan de vebûne digirîn. Li ser van axan zarok...
Va ye li ser van axan zarokbûyîn tiştek wisa ye. Li ser van axan zarokbûyîn di bedenên biçûk de hilgirtina barên giran e. Li ser van axan zarokbûyîn tevî her tiştî kenek li ser rûyan e, hêvî ye, bi înat jiyîn e. Li ser van axan zarokbûyîn tevî her tiştî qêrîn e, dirûşma li ser zimanan e.
Di nav birînên fermanê de mezin bû
Nesrîn Xalit a 21 salî jî yek ji van zarokan bû ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de bû şahidê Fermana 74’an a çeteyên DAIŞ’e birin ser Şengalê û di nav birînên fermanê de mezin bûye.
Nesrîna ku di dema fermanê de 10 salî bûye, roja fermanê bi malbata xwe re li Til Qeseb a Şengalê bûne.
Derdora saet 3’yê şevê êrîş kirin
Jixwe di dema êrîşa DAIŞ’ê de cihên ku herî zêde rastî qetlîamê hatin û cihên ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan gund û gundikên girêdayî navçeya Tilezêr û Sîba bûn. Yek jî gundê ku bi berxwedana gel û qetlîamên DAIŞ’ê ket dîrokê Gundê Til Qeseb e ku dikeve başûr-rojhilatê Şengalê ye.
Çeteyên DAIŞ’ê nîvê şevê êrîşê gundê Til Qeseb dike. Êzidiyên ku xwe ji çeteyan rizgar dikin yekser berê xwe didin çiyayan ku bi hezar sal in stargehên herî baş a mirovahiyê ye.
Nesrîn bi van hevokan qala êrişên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser gund dike: “Derdora saet 3’yê şevê bû, çeteyên DAIŞ’ê êrîş kirin. Destpêkê dengê wan hat û me got çi bû, gotin em nizanin. Dem deng hat ez li ser banî bûm û her kes baz dida. Piştre gotin ferman çêbû, çete ketine gund. Demildest erebe anî û em lê siwar bûn. Derdora 5 malbatî em siwarî erebê bûn û me berê xwe da çiyayan.”
Bûn hêvî: Şervan hatin
Nesrîn bi malbata xwe û kesên ku li gel wan xwe dispêrin çiyayan û bi rojan bê av û nan li çiyayan dimeşin û piştî çend rojan rastî şervanên azadiyê tên. Nesrîn wiha behsa mayîna li çiyan û dîtîna şervanên HPG û YJA-Starê dike: “Em bi rojan li çiyayan man û ji tî û birçînan bêteqet man. Lê piştî çend rojan şervan bi me ve hatin, av û nan dan me û me parastin. Zarokên me û pîrên me hilgirtin pişta xwe.”
Koçberî û veger
Şervanan piştî Nesrîn û gelek kesên din digihêjînin cihên ewle, vê carê malbata Nesrîn berê xwe dide başûrê Kurdistanê û nêzî saleke li wir dimînin. Piştî salekê malbat dîsa vedigere ser cih û warên xwe. Lê bes dema vedigerin naçin gundê Til Qesebê, malbat yekser li Tilezêrê bi cih dibe.
Nesrîn tîne ziman ku ew li ser jinên êzidî ku di dema fermanê de dikevin destê DAIŞ’ê gelek difikire û wiha dibêje: “Ger roja fermanê me xwe xilas nekira û me xwe nesparta çiyayan niha ez û malbata xwe di destê çeteyan de bûn.”
‘Ferman bo çi hat serê me’
Nesrîn dema ferman çêbû 10 salî bû û di 11 saliya xwe de yanî piştî salekê fermanê dîsa vediger warê xwe yê zarokatiyê. Nesrîn li Tilezêrê mezin dibe û li wir dizewice. Lê hê jî roja fermanê, hovîtiya DAIŞ’ê û jinên ku dikevin destê DAIŞ’ê difikire. Û di her fikrandinê de pirsa ‘ferman ji bo çi hat serê me’ ji xwe dike. Nesrîn diyar dike ku dema zarokê wê mezin bibe dê jê re behsa fermanê û tiştên ku dîtiye û jiyaye, bike.
‘Bila esîrên di destê DAIŞ’ê de bên rizgarkirin’
Daxwaz û hêviya Nesrîn ew e ku jinên di destê DAIŞ’ê de esîr in demildest werin rizgarkirin û vegerin ser cih û warên xwe.