Hesabê X’ê yê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hat astengkirin

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya ku li ser daxwaza Tirkiyeyê hesabê wan a X’ê hat astengkirin, wiha got: “Dixwazin bi vê astengkirinê re îşkence û rewşa agahînegirtinê ya li Îmraliyê veşêrin.”

Navenda Nûçeyan – Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike, li ser daxwaza Tirkiyeyê hat astengkirin. Parêzeran, li dijî biryarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bertek nîşan da.

'Em ê muwekîlê xwe bêparastin nehêlin’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hesabê me yê medyaya civakî ya Twîtterê (X) ku salên dirêj e bi kar tînin ‘@asrinhukukburo', li ser daxwaza dewleta Tirkiyeyê hat astengkirin. Êdî bikarhênerên li Tirkiyeyê dê nikaribin parvekirinên me bibînin. Qebûlkirina vê daxwaza dewletê ji hêla şîrketa X’ê ve, karekî derhiqûqî ye û binpêkirina mafên azadiya xweîfadekirinê ye. Zêdetir xizmetê ji hewldana ji bo veşartina îşkence û rewşa agahînegirtina li Îmraliyê re dike.

Her kes pê dizane ku parvekirinên heyî têkildarî derhiqûqiyên li Îmraliyê bi awayekî derqanûnî û veşarî tên meşandin in û ji bo parastina mafê parastinê ne. Ev bisînorkirina X’ê di heman demê de têkoşîna li dijî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê tecrîd dike û yek ji mînakên şênber e. Heke aliyekî rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê û sepanên keyfî hebûna, bêguman dê dewletê daxwazeke wiha nekira.

‘Em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî û mirovî bidomînin’

Bi salan e malbat û parêzer nikarin hevdîtinê bikin û ev 38 meh in tu agahî ji Îmraliyê nayê girtin. Di rewşeke wiha de hewldana ji bo qutkirina dengê me, rewşeke balkêş e ku divê were pirsîn lê belê divê neyê jibîrkirin ku em ê muwekîlê xwe yê li Îmraliyê bêparastin nehêlin. Em ê li her platformê rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê teşhîr bikin, heta pergala îşkenceyê bi dawî dibe jî em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî û mirovî bênavber bidomînin.”