‘Her roja derbas dibe em zêdetir nêzî armanca xwe dibin’

Li ser çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpê kirin, hezar û 218 roj derbas bûn. Koma nû ya 231’an nobet dewirgirt.

Mexmûr - Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di roja xwe ya hezar û 206’an de didome. Çalakiya ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi biryardariyeke xurt ji aliyê koma 231’an ve hat dewirgirtin.

Merasîma dewirgirtinê ji bo bîranîna tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, li ser navê koma 230’an Xemê Apaydin daxuyaniyek xwend.

Daxuyani wiha ye:

“Armanca me, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û em dizanin ku, her roja derbaz dibe em zêdetir nêzî vê armancê dibin. Pêvajoyeke ku Rêber Apo fîzîkî azad nêbe yê sernekeve. Aştiyeke statûya Rêber Apo têde neyê naskirin yê pêk neyê. Bila dewleta Tirk dev ji hesabên erzan û nêzîkatiyên îmha-înkarê berde. Me jiyaneke bê Rêber Apo qebûl nekîr û emê qebûl nekin.

Di pêvajoya Aşti û Civaka Demokratîk de sermûzakerevan û muhatab Rêber Apo ye û eger dewleta Tirk bixwaze Aşti û Demokrasiyê pêkbîne û pirsgirêka Kurd çareser bike divê destpêkê statûya Rêberê gelê Kurd nas bike. Siyaseta, ‘ezê pirsgirêka Kurd çareser bikim lê bê Serokê we ezê vê yekê pêkbînim’  tê wateya kurkirina wê pirsgirêkê. Me wek Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo Serokê xwe, penaberî da ber çavê xwe û heya Azadi ya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were emê têbikoşin.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 231’an û dirûşmeyan dawî bû.