Helbesta ku Abdullah Ocalan ji bo zarokan nivîsandibû hat xwendin

Li Stenbolê di bernameya Roja Dayikan de, helbesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser nameyên ku zarokan jê re şandiye, bi navê “Ji hemû zarokan re” nivîsadibû hat xwendin.

Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Azad (TJA) û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê bi boneya Roja Dayikê li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Bagcilara Stenbolê bernameyek li dar xistin. Tevî jinên TJA'yê, endamên Dayikên Aştiyê, ANYAKAY-DER û gelek jin tev li çalakiyê bûn û pankarta bi nivîsa "Ji bo dayikan diyariya herî baş aştî ye" hat daliqandin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser nameyên ku ji hêla zorakan ve hatî şandin bi navê “Ji Hemû Zarokan re” helbestek nivîsî. Ev helbest di bernameya Roja Dayikan de ji rayagiştî re hat parvekirin. Abdullah Ocalan helbesta xwe diyarî zarokan kir. 

Piştî helbest hate xwendin, dirûşmeya "Bijî Serok Apo" hat berzkirin.