Hejmara rojnamegerên li Xezayê hatin qetilkirin bû 215

Di êrîşa Îsraîlê ya li ser nexweşxaneya Nasir de yek ji rojnameger 2 filistiniyan jiyana xwe ji dest dan. Hejmara rojnamegerên ku ji 7’ê Cotêmeha 2023’an ve heta niha di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane bû 215.

Navenda Nûçeyan- Wezareta tenduristiyê ya li Xezayê têkildarî êrîşên dawî yên Îsraîlê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê, di nivî şevê de, rast rast emeliyatxaneya nexweşxaneya Nasir kiriye hedef û li gorî agahiyên destpêkê 2 kesan jiyana xwe ji dest dane, tmên tenduristiyê û nexweş jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Îsraîla nexweşxaneyan dike hedef dibe sedem ku ziyan zêdetir bibe û jiyana mirovên birîndar bikeve xeterê.

Li nexweşxaneyê tedawî didît

Ajansa Nûçeyan a Filistînê WAFA’yê ragihand ku rojnameger Hasan Abdulfettah Islih ku berê di êrîşek din de birîndar bûbû, li nexweşxaneyê tedawî didît, jiyana xwe ji dest daye, hinek nexweş jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Medyaya hikumeta Xezayê; bi mirina Hasan Abdulfettah Islih ku  midurê Ajansa Nûçeyan a ‘Alam24 bû, hejmara rojnamegerên ku li Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane bû 215.

Bang li saziyên navneteweyî hat kirin

Di daxuyaniyê de hedefgirtina rojnamegeran bi awayekî sîstematîk û bi sekvaniyê hat şermezarkirin, bang li hemû saziyên cîhanê yên di qada medyayê de xebat didin meşandin hat kirin ku van sûcên sîstematîk li Xezayê li dijî rojnamevanan şermezar bikin. Hat îfadekirin ku di heman demê de, ji van sûcan ji derveyî Îsraîl û DYE’yê, Îngîltere, Elmanya û Fransa ku beşdarî sûcên qirkirinê bûne berpirsyar in.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rojnamegerên Filistînê ne tenê li cihên nûçeyan çêdikirin, kş nexweşxaneyên ku lê tedawî dibînin jî dibin hedef. Tevî hemû hewldanên tasfiye û destjêberdanê rojnameger bicihanîna erkên xwe di domînin. 

Her wiha di daxuyaniyê de hat xwestin ku civaka navneteweyî û Dadgeha Ceza yê Navneteweyî jî di nav de hemû saziyên edaletê, ji bo belgekirina sûcên li dijî  rojnameger, sivîl û personelên tenduristiyê û darizandina kiryaran bikevin nava tevgerê.