Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
Hejmara 159’an a kovara Jinê bi berga “Şer û Berxwedan: Bîr, Têkoşîn û Pêşeroj” derket pêşberî xwendevanên xwe.
Navenda Nûçeyan – Hejmara 159’an a kovara Jinê ku her hefte roja Yekşemê tê weşandin, vê hefteyê bi berga “Şer û Berxwedan: Bîr, Têkoşîn û Pêşeroj” derket pêşberî xwendevanên xwe. Di hejmara nû de berxwedana jinan a domdar a li dijî şer, otorîterî û polîtîkayên tundiyê hate vegotin û bal kişand ser rola avaker a jinan a di avakirina civaka demokratîk de.
Hemû sernavên di hejmara nû de cîh girtin ev in:
* Ji bo Îranê helwesta femînîst a şoreşger: Na ji otorîterî, siyonîzm û şer re! / Şehrazad Mojab
* Danezana jina azad a li dijî şer / Rûşen Seydaoglû
* Rêveberî, rêveber guherîn lê, berxwedana jinan a li Îranê ma / Bêrîvan Kutlu
* Di avakirina entegrasyona demokratîk de jin / Elîf Kaya
* Tiştên Helebceyê hînkirî pêşiya qirkirinan girt / Sarya Onur