Hejmara kesên li Xezayê mirin bû 63 hezar û 557
Li Zîvala Xezayê ku di bin êrîşên Îsraîlê de ye û ji ber rêgiriyê xela lê heye hejmara kesên di êrîşan de mirin bû 63 hezar û 557 kes.

Navenda Nûçeyan – Êrişên Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê didome. Îsraîlê tanken xwe ber bi hundirê bajarê Xezeyê ve şand û li yek ji banliyoyan wesayîtên bombebarkirî teqand.
Di encama teqînan de gelek mal hilweşiyan, niştecihên herêmê neçar man malên xwe biterikînin.
Artêşê ji hewa de belavok berdan. Di belavokan de bang li sivîlan hate kirin ku demildest biçin başûrê bajêr û hate ragihandin ku operasyon wê ber bi herêmên rojava ve were berfirehkirin.
Di tevahiya şevê de dengên teqînan û dengên dronan bûn sedemê tirsê, niştecihên Xezeyê jî nizanin biçin kuderê.
Di 24 seatan de 98 kesan jiyana xwe ji dest dan
Wezareta Tenduristiyê ragihand ku di 24 saetên dawî de ji ber êrîşên Îsraîlê 98 kesan jiyana xwe ji dest dan, 404 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku di heman demê de 3 jê zarok, 9 kes ji ber birçîtiyê jiyana xwe ji dest dan.
Ji 7’ê Cotmehê û vir ve hejmara kesên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dane, gihişt 63 hezar û 557’ê, hejmara birîndaran jî gihişt 160 hezar û 660’an.