Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 64 hezar û 871

Hejmara mirovên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve hatine kuştin, di 24 saetên dawî de 68 kes zêde bûn û gihîştin 64 hezar û 871 kesan.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê bênavber berdewam dikin.  

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê daxuyaniyek weşand û tê de hûrguliyên hejmara kesên di  êrîşan de mirine û daneyên parvekirî eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di 24 saetên dawî de 68 cenaze û 346 birîndar anîne nexweşxaneyên Xezayê. Li gorî raporê, di êrîşên ku ji 18’ê Adarê ve, piştî rawestandina agirbesta ku di 19’ê Çile de hatibû lihevkirin, dest pê kirine de, artêşa Îsraîlê 12 hezar û 321 Filistînî kuştine û 52 hezar û 569 kes birîndar kirine. 

Li gorî agahiyan, ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de hejmara miriyan gihîştiye 64 hezar û 871 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 164 û 610 kesan. Di heman demê de, tê ragihandin ku li Zîvala Xezayê hîn jî bi hezaran cenaze di bin kavilan de ne.  

Hejmara mirinên ji ber birçîbûnê zêde dibe 

Her wiha hat ragihandin ku di 24 saetên dawî de li Xezayê du Filistîniyên din ji ber birçîbûn û kêmasiya xwarinê mirine. Hejmara miriyên ji ber birçîbûnê li Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023an vir ve, ku ji destpêka êrîşan ve di 7’ê Cotmeha 2023’an de ne, gihîştiye 422 kesan ku 145 ji wan zarok in.