Hejmara kesên ji cihê xwe hatine derxistin rekorê derbas kir
Ji ber şer, pevçûn û karesatên xwezayî, li tevahiya cîhanê, hejmara kesên ku li nava welat ji cih û warê xwe bûne rekor kişand.

Navenda Nûçeyan – Konseya Penaberan a Norvecê (NRC) û Navenda Çavdêriya Koçberiya li nava Welat (IDMC) li ser kesên ji cihê xwe bûne, rapora dawî weşand. Li gorî raporê bi taybetî di şeş mehên dawî de, hejmara kesên li nava welat ji cihê xwe hatine derxistin ji sedî 50 zêde bû. Ev hejmar tê wateya 83,4 milyon kesan.
Di raporê de bal hat kişandin ku koçberiya nava welat, piranî ji ber pevçûn, xizanî û krîzên xwezayî çêbûye û zêdetir komên xizan bi bandor kiriye. Têkildarî raporê dîrektorê IDMC’ê Alexandra Bilak, got: "Derxistina ji cihê xwe, zêdetir derbeyek mezin li kesên bêparastin e û ji ber krîzan e.”
Dane asta herî zêde nîşan didin
Ji sedî 90 kesên bi zorê ji cihê xwe hatine derxistin, ji ber şer û şîdetê ye. Di encama sala 2024’an de hejmar bû 73,5 milyon. Li gorî sala 2018’an ji sedî 80 zêde bûye. Ji ber krîzên xwezayî û evhewayî jî nêzî 10 milyon kesan cihê xwe terikandin. Ev hejmar di pênc salên dawî de bu du qat. Ji sisiyan yek kesên ji cihê xwe bûne, ji welatên ku pevçûn û felatekên xwezayî lê hene ne. Tê diyarkirin ku ev rewş di 15 salan de bû sê qat.
Sûdan ket dîrokê
Li gorî raporê ji dawiya sala 2024’an de ve Sûdan, Sûriye û Kongo jî di nav de li 10 welatan, ji 3 milyonî zêdetir kes mexdûr bûne. Sûdan, bi 11,6 milyonî di dîrokê de bû xwedî hejmara koçberiya herî mezin. Li Zîvala Xezayê jî di encama sala 2024’an de hema bibêje hemû şêniyên wê ji cihê xwe hatin derxistin.
Li DYA’yê felaketên xwezayî bi bandor in
Li DYA’yê di sala 2024’an de di serî de bahozen Helene û Mîlton, gelek behozên mezin çêbûne, 11 milyon kes ji cihê xwe hatine derxistin. Li tevahiya cîhanê, ji ber karesatan hejmara koçberiyê bûye ji sedî 25. Ji sedî 99,5’ê wan ji ber bandorên avhewayê ye.
Di nirxandine raporê de li ser kesên ji cihê xwe bûne ji ber bûyerên bi hev ve girêdayî çêbûne ji ber vê yekê krîz tevlîhev bûne, çareserî zor bûye. Bal hat kişandin ku kesên ji cihê xwe bûne, bi qasî penaberan eleqe nedîtine. Sekreterê Giştî yê NRC’ê Jan Egeland, diyar kir ku hejmar ji bo piştgiriya kurewî hişyariyek e û banga alîkariyê hat kirin.