Hejmara kesên di erdheja Myanmar de jiyana xwe ji dest dane zêde dibe

Hejmara kesên di erdheja Myanmar a ku bi pileya 7,7 û 6,4 çêbûye de jiyana xwe ji dest dane giha 3 hezar û 471 kesan.

Navenda Nûçeyan- 28’ê Adarê li navenda Myanmarê bi pileya 7.7 erdhejek mezin pêk hatibû, piştî wê bi çend deqeyan bi pileya 6.7 hejînek din pêk hatibû. Hejmara kesên ku di herdû erdhejan de jiyana xwe ji dest dane zêde dibe.

Lêgerîn didome

Li gorî daxuyaniya dawî ji herêmê hatî, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane giha 3 hezar û 471 kesan. Tîmên lêgerîn û rizgariyê diyar kirin ku xebatên wan ên ji bo dîtina 200 kesên ku tê gotin windane didome. Li gora daxuyaniyan heta niha 653 kes ji bin kavilan hatine derxistin.