Hejmara 84’an a Kovara Jin derket

Hejmara 84’yemîn a Kovara Jin ku heftane tê weşandin bi berga “Di têkoşîna azadiyê de jin û pênûsên wan” derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan – Kovara Jin ku her hefte roja yekşemê derdikeva pêşberî xwendevanên xwe Hejmara 84’yemîn a vê hefteyê bi berga “Di têkoşîna azadiyê de jin û pênûsên wan” derket pêşberî xwendevanên xwe.

Di hejmara nû ya vê hefteyê de bal kişand ser bandora jinên Kurd di qada çapemeniyê û di vê qadê de guherînên ku dane avakirin û çawa dibin hedef û tên qetilkirin.

Dîcle Muftuoglu di nivîsa xwe ya bi sernavê “Wateya ku nûçegihantiya jinê bi jineolojiyê ve girê dide” balê dikêşe ser guherîna ku çapemeniya Kurd ava kiriye û mînaka têkoşîna Nagîhan Akarsel.

Ayşe Acar Başaran di nivîsa xwe ya bi sernavê “Li dijî komployê têkoşîna ‘Jin, Jiyan Azadî’” cih da  tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bandorek çawa li qada jiyana jinan kiriye.

Kibriye Evren di nivîsa xwe ya bi sernavê “Rola jina Kurd di avakirina nasanmeya çapemeniya kesî û kolektif ya jinê de” bale dikêşe ser pêvajoya dîroka çapemeniya jina Kurd.

Oya Açan di nivîsa xwe ya bi sernavê “Jinên şer dikin ji mirinê na tirsin!” balê dikêşe ser zextên ku jinên di qada siyasete de di axvin rû bi rû dimînin û tevî hemû zexta têdikoşin.

Nezahat Dogan di nivîsa xwe ya bi sernavê “Ruhê ku kene wê azadiyê di xemilîne” bale dikêeş ser sûda ku Gurbetelli Ersoz daye rojnemvantî û têkoşîna wê ya berxwedanê. 

Nivîsên di hejmara nû de cih girtin wiha ne:

“*Wateya ku nûçegihantiya jinê bi Jineolojiyê ve girê dide - Dîcle Muftuoglu

* Li dijî komployê têkoşîna ‘Jin, Jiyan Azadî - Ayşe Acar Başaran

* Rola jina Kurd di avakirina nasanmeya çapemeniya kesî û kolektif ya jinê de - Kibriye Evren

* Jinên şer dikin ji mirinê na tirsin! - Oya Açan

*Ruhê ku kenê wê azadiyê di xemilîne - Nezahat Dogan”